çi bedbext çi ser sextim le dûrîy to kewa mawim

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  687 views
sałî 1920 y z. ke şêx meḧmûd le hîndistan dîl buwe mamosta zêwer em hełbestey xwarewey bo narduwe
çi bedbext çi ser sextim le dûrîy to kewa mawim
celay çon mawe nazanim? le dûrîy çawî to çawim
çi bê řengim çi diłtengim? lenaw cem’î xela’îqda
wekû ẍunçey nepşikûtû le gułbun dûr û damawim
çi xamoşim? çi bê hoşim le badey saqîyî dewran
le meclîsda le meḧbesda be wêney berdî bin awim
çi derwêşêkî bê pîrim çi ’ebdêkî bebê mîrim
wekû kelle defêkî bê zirîze û xawen û xawim
çi sałêke? çi ḧałêke tereqqîm buwete me’kûsî
ẍemim sed qate şadîm mate her şew mangî gîrawim
çi bê ’arim? çi ẍeddarim wefam xistuwete jêr pêtan
weha sabît qedem mawim ełêy sûtawe hengawim
le kwête «zêwerPen name», em derde ḧekîmî lutfî mewlaye
perêşan dêm deçim, debzûm wekû seydêkî naw dawim