du’ay xalîsanem

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  740 views
bimênê mu’ebed xudaye îlahî
be şewket be ḧurmet melîk nam û cahî
leser textî ’alî nebînim zewalî
biłind bê celalî îlahî îlahî
le herçî beła bê bedłixoşî labê
bibête gułistan řêy cahî řahî
’edûyî cahî dûçarî çahî bełabê
hemîşe muzefer bimênê sipahî
melîk xesłet toy ḧesarî hemû kurd
ḧeqîqet lebo mîllet xot penahî
le te’cîzî mîllet û le ’isyanî yek yek
meřencê bibexşe gunahkar gunahî
le yek řeng nexulqawe gułzarî ’alem
gułî zerd û sûre celaye gyahî
’edût şermezare çi muslîm û çi kafir
le řûta bedes takû nekirê kilahî
ḧiquqit nepirsin eger ewrûpayî
bisûtê bînay meḧkemey sulḧî lahî
demê bû be umêdî em řoje bûm min
bibînim be kurdî ewamir û newahî
şukur dîm ewî wîstim emma tewawî
bibînim le bo kurd tewawî řefahî