sitayşî şêx «’ibdalqadrî sołe»

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  578 views
binazim şu’ley ’eşqî ke řoşin ka musułmanî
binazim şořşî zewqî melek bê bo senaxwanî
binazim baregahî şêx ḧisên û neslî meḧbûbî
terîqey qadrî řûn bû be «’ibdalqadirPersonArabic»y sanî
çi «’ibdalqadirPerson»ê feyzî le bo xas û le bo ’ame
wekû hewrî beharan řeḧmete eltaf û îḧsanî
ḧuseynî nîsbete wala ḧeseb «şêx qadrî sołe»
le feyzî qîsmî nefsanî mubeddel bû be řoḧanî
medarî îftîxarî mîlletî kurdane bo dinya
be ît’amî te’am û xizmetî ehlî feqîranî
çiraẍî bezmî îrşade, ’edûyî ehlî îfsade
le buẍiz û kîne azade, be qelbî pak û nûranî
cebînî lamî’ û enwer, kefî wek kanî zîw û zeř
diłî ’erşî xway ekber, mutî’î ḧukmî qur’anî
be qemçîy destî te’dîbî hewa xwahanî nefsî kird
’esay destî wekû goçane bo ḧîfzî murîdanî
xwa em baregah û tekye awa ka be îqbałî
bijî bo xizmetî mîllet wekîlî ẍewsî geylanîPerson