heng

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  540 views
melêke biçûk wa leber çawe
hemûy le exlaq dirust kirawe
çend biçûke mułk û xanuwekey
çende efkarî berz û biławe
eger lêy pirsî ey hengî ze’îf
to beç ’eqłê penat danawe
cwab edatewe her bekirdarî
ke wek cewherî ’eqił westawe
ewîş behêzî ’eqił û fîkir ekirê
le hêzî exlaq kewtuwete dwawe
xwa berzîy eda be xawen exlaq
ger ḧeşerat bê ya jin ya pyawe
aya le mułkî hengî biçûkda
têfkirîn nîye bo qewmî û dwawe
be ẍîretêk û hîmmetî biłind
bînay mułkyan meḧkem kirawe
eger bigeřêy lenaw ew mułke
temmeł nemawe bê îş fewtawe
herçî temmeł û yaxud bê îş bê
be qanûn nefîye we yan kujrawe