nîşaney zanîn

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  638 views
bo kirdarî cwan bo ’îlim û edeb
minałî xotan binêrne mekteb
minałtan eger kiç bê yaxu kuř
be xwêndin ebê be daneyî duř
lenaw dinyada ewey nayabe
’îlim çaktirî hemû esbabe
’îlim sermayey feqîre eger
biçête ẍurbet bebê sîm û zer
cahîl û nezan bê fîkir û tedbîr
wekû şeřkere bebê şîr û tîr
seyrî mîlletan bike seraser
wexte bigene lay kûrey qemer
swarî ba ebin bo geşt û guzar
be arezûyan eyhênne kar
be sen’et keştî eken wekû şax
benaw deryada eřwa bedemax
dozîyanewe maddey kareba
ẍewase eřwa ta binî derya
dar û asnî bê gwê û bê zuban
exate qise herwekû însan
fa’îdey zanîn te’rîf nakirê
asar emênê zana namrê
her nezanîne wasîtey pestî
her ’îlme mayey berzî û serbestî