bo qutabîyan

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  670 views
ey gułî gułzarî dîn, ey newcewananî weten!
ey le me’nada beqîmet yek beyek duřřî ’eden
ey newey baz û şehîn bo to celadet fîtrîye
seyrî etrafit bike yekbare řawî to eken
dersî setḧî qet mexwênin hoş û fikirêktan bibê
dersî «tarîx»tan ke xwênd «cuẍrafya» dîqqet biken
endelusLocation, tunsLocation û ceza’îrLocation, fasLocation û qubrusLocation û qirimLocation
ta degate xîtteyî bełx û buxara û deken
menbe’î ’îlim û huner bû, cêy musułman bû hemû
pêt biłêm: boçî ledest çû kewte destî ehrîmen
zułmetî cehil û ’edawet nûrî îslamî nehêşt
firsetî destikewt ’edû neyxiste lefzî «la» û «lin»
toyş eger firset ledest dey ebye memlûkî kesê
şewçira hełgir ebî řojîş eşoy cam û legen