qisey şagirdêk

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  676 views
hemû beyanî ke le xew hestim
pak eyşom çaw û řûmet û destim
befir û ba nebê serîşim eşom
yek dû parçe nan be çawe exom
cilî şewnûstin le xom la ebem
be cilî mekteb beden řêk exem
emca hełdestim bo çûne mekteb
eřom beřêwe be ḧeya û edeb
defter û kitêb qełem hełdegirim
be wirde wirde řêy mekteb egirim
le řêga legeł kes hera nakem
be berdefřikê xom řîswa nakem
eçme naw mekteb legeł řefîqan
goranî ełêm yarîyş ekem cwan
ke wextî ders bû eçme dersixane
lelam xoştire le sed çaxane
gwê le ders egirim eykeme berim
eyşînûsmewe lenaw defterm
awa bê mekteb cêgay xwêndine
cêgay terbye û huner sendine