em kurde

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  829 views
em kurde ’eceb saḧêbî bextêkî zebûnin
hêştakû ełêy daxłî seḧray nebûnin
nanê bedûsed sîneyî sozan ke peya ken
bê behre lewîşin bemesel ’eynî firûnin
bê beş le hemû nî’met û azadîy ’alem
pamałî cefay dehirin û menfûrî ’uyûnin
bo qondere û qemçîy załim hemû leşyan
xarawe le pêsta wekû gamêşî çetûnin
eqwamî zemîn saḧêbî ałtûn û qisûrin
em kurde leber zorîy qusûr małîkî tûnin
her mîlletê qedî bû be elf pîr û cewanî
her qewmê wenewşe û gułe wa qed wekû nûnin
kes keşfî nekird sîřřî derûnyan le cîhana
bê şerḧ û bebê ḧaşye wek kone mitûnin
sereřay ewe dujmin beyekin cumle ’eşîret
ḧeqyane ełên kurd hemû meḧkûmî cinûnin
em ḧałe dewamêkî tebî’î heye bo kurd
ta ẍafił û bê behre le ’îlim û le finûnin