pend û amojgarî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  847 views
zemane her kesî hênaye meydan
îta’ey ferze lay qewlî ḧekîman
mełê: min fazîlim ew bê kemałe
mełê: min îxtyarim ew minałe
mełê: min dewłemendim ew feqîre
mełê: ew hîçe min bawkim emîre
xeyał û fikirî bê me’nan emane
biłêy min ’almim ew hîç nezane
heçî fezłê ke to eykey be ḧuccet
řeza be bew beşe bê derd û mîḧnet
ře’îsî mîlletêkî xawen ordû
kes nazanê bawkî gawre ya cû?
huner emřo be se’îy û ’îlim û dîne
ḧesadet karî şeytanî le’îne