dîsan pend û amojgarî
From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
1 minutes
778 views
xêr û sedeqe bike be feqîr
emma feqîrê seqet bê ya pîr
telebey ’ilûm ḧefezey qur’an
hemû qabîln bexêr û îḧsan
derwêşî ’îfrît zelamî milhûř
ke pêyan ełên: derwêşî kełhûř
xêryan pê meke ewane saẍin
xawenî małn zor bedemaẍin
le penay swała nerim û serkizin
le ḧeqîqetda eẍłebyan dizin
mu’awenetî şexsî bê çare
zeřře be zeřře lay xwa dyare
kesê bekar bê ya heşt no sał bê
xêrî pê meke nek fêrî swał bê
temełî meke bew zîw û zeře
kesêke ’uzwî cem’î beşere