pařanewe û sikała

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  954 views
řîş sipî, řû zerd û dił řeş pîrî axirşeř minim
lem cîhan û lew cîhan bê qîmet û bê feř minim
kirdewey çakim nîye wextê ke seyrî xom ekem
xaksar û şermesarî deştekey meḧşer minim
êste swarî espî nefsim bo çep û řast ling edem
řojî axir saḧêbî seyarey pençer minim
saḧîb xwanî bebê mînet le dinya û axîret
ya îlahî her etoy, zor bê newa û swałker minim
řû le dergay kê bikem, ger to derim key çî bikem
řû řeş û bê îltîca û bê kes û muzteř minim