qani’ û diłî

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  953 views
diłê nenałê bo hîç nexoşê
azarî nebê, bo hîç peroşê
her bo arezûy xoy tê bikoşê
bo zamêkî hoz, zuxî nenoşê
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê bimxate kołane û kołan
daym kur key bê, bo dîdey kiçan
qet řa neçłekê, bo bê destekan
gwêy xoy şil neka, bo nałe û giryan
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê řeḧet bê, ke çuwe ser kursî
îtir nenwařê bo ḧałî birsî
temaşay xełk ka, be zerdu sîsî
ebê ew diłe, bo lêy bipirsî
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê min û to bika lel biray
herçî xot xeyte jêr saye û penay
bêzit lê bika û, biłê to geday
min dewłemendim! to key aşnay
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê jan neka bo janî hawsê
leber fîz kirdin, hîç kes nenasê
nebîsê nałey kwêr û kesasê
tu xwa, ew diłe bo her nemasê
yaxwa ew diłe her awere bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłî têkoşê bo małî dinya
kes ne girête xoy, betaqî tenya
le bîr batewe gişt xizim û bira
her wik du’akey pêşû ke witra
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê řazî bê be kizî yaran
her xoy parêzê le destey dewran
carê. bo hîç kes neyete giryan
bo xełk neqirçê û nebê be buryan
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê biçête ser şerbetî ał
be bîr ya neyet, xem dirawsê mał
ew bîre bixiwaw minîş awî kał
ew genim bixiwaw minîş gałî tał
yaxwa ew diłe her aware bê
be tîẍî dujmin, pare pare bê
diłê nesûtê be eḧwałî min
hîç ferqî nexa, çi dos çi dujmin
ba, her gêj bixiwa le deryay bê bin
řibî ew diłe, dařzê û kun kun
yaxwa ew diłe her aware bê
betîẍî dujmin, pare pare bê