qani’ û serî

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  782 views
serê piř nebê le sewday nîştiman
daym gêj nebê le xem bê destan
ger neyete sûř, bo deway derdan
her tewalêt kaw mêzerî giran
le xwa exwazim ke be biřîn çê
ta dwa henasey bezar û şîn çê
***
serê xoy berizbê û çiş bika le hoz
bê ser bibînê û xoy bika be qoz
firmêsk neřêjê bo cêmawî hoz
ah, hełnekêşê ahî ciger soz
le xwa exwazim ke be biřîn çê
ta dwa henasey bezaru şîn çê
***
serê wek mêwbê le ḧastî dujmin
bełam połabê beramber be min
piř bê le xeyał, bo kiçołe û jin
dek bî pêçêto le naw toy kifin
le xwa exwazim ke be biřîn çê
ta dwa henase bezaru şîn çê
***
serê le ḧenay yaran nerim nebê
bo kes û karî tewaw germ nebê
leřêy namûsa leser term nebê
legeł řîş sipî, piř le şerim nebê
lexwa exwazim ke be biřîn çê
ta dwa henasey bezaru şîn çê
***
serê nezanê serdarî çone
têr bê û nezanê hejarî çone
her gîz neydîbê xembarî çone
mes bê û nezanê huşyarî çone
le xwa exwazim ke be biřîn çê
ta dwa henasey be zaru şîn çê
***
serê le weswas meynet azad bê
be milhuřîy xoy, tewaw diłşad bê
ew be miradbê û xełk bê mirad bê
ew sere eger kelley ferhad bê
le xwa exwazim ke be biřîn çê
ta dwa henasey bezaru şîn çê
***
serê nenwařê bo dewr û piştî
qet tê nekoşê bosûdî giştî
gał hełnewerê le dirzî miştî
doşek řabxa û, şan leser piştî
lexwa exwazim kebe biřîn çê
tadwa henasey bezar û şîn çê
***
serê piř legiř, wek tenûr nebê
piř le mêşkî řûn wek bilur nebê
lexo pesendî tewaw dûr nebê
řojî tengane tewaw sûr nebê
lexwa exwazim kebe biřîn çê
ta dwa henasey bezar û şîn çê
***
serê serasê negrê bo wiłat
hawarî lê key negate firyat
pejarey nebê bo bê desełat
bekes nebexşê pyawetî wixełat
lexwa exwazim kebe biřîn çê
tadwa henasey bezaru şîn çê
***
serê bebê xem çête ser serîn
dû gwêy xoy keřka le şîn û girîn
carêk neyete ser ahu nałîn
hîç xemxor nebê, bo destey bê tîn
lexwa exwazim kebe biřîn çê
ta dwa henasey bezar û şîn çê