řiskan le xołemêşda!

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 6 minutes  739 views

lew beyanîyeda xorinşîn za û şewêkî řeşî bû.

le hetawî ew řojeda çiřbûnewey kost pelî hawîşt û

le apûreda, tenyayîy ledayk bû.

le bîst û çwarî nîsanda, payîzêkî qembûr hat û

le geşanewey baxe herzekarekanîşda

zemanêkî pîr û pûkanewe bû be werziman!.

min nîştimanêkim heye

her le mindałîyewe sêdare řayjenîwe û

koç pênasey buwe û, zułim parûy buwe û

dirextekanî birîn şimşałî bûn û

gundî bêwejin û şarî bêwejin û şeqamî bêwejin

herêmekanî bûn û

pepûley kujraw baranî û

awêney şikaw demuçawî û

lawandineweyş lawlawî!

min nîştimanêkim heye, le dûkeł pêkhatuwe

dûkełî çwargoşe û

dûkełî lakêş û

dûkełî sêgoşe û

dûkełî bazneyî

le pencerey řejûy her kamêkyanewe

seyr bikeyt:

daristanî qîje û

şaxî weyşûme û

hawînehewarî firmêsk û

geřekî zayełet lêwe dyare!.

min nîştimanêkim heye

le hîç nîştimanêkî tir naçê.

le hîç giryanêkî tir naçê.

le hîç sûtanêkî dî naçê. hemû carê

eyhařn û pûşupełaş û paşeřoy azarekanî

eden bedem

bay şimşêr û bay zirêpoş û fiřokewe û keçî lewser

em nîştimane efsaneye dêtewe û, keçî lewser

em kotereye ebêtewe be sinewber û eřwêtewe û

keçî dîsan êsk û pirûskî naw sûtmak

yek egrêtewe û kutekutey em cesteyeyş

heł’estêtewe serpêyan û řû ekatewe dinya û

ełê minim kurdistan!

min nîştimanêkim heye, telîsmî gerdûne

le qeładzêLocationda eykujin û bełam le amedLocationda zîndû ebêtewe.

le hełebceLocationda serî ebiřn û bełam le kerkûkLocationda ejêtewe.

le hewlêrLocationda le qenarey eden û

le wirmêLocationda berzewpê řast ebêtewe.

min nîştimanêkim heye ḧewt perasûy

le hemû nîştimanekanî dîkey em dinyaye zyatre

ne qeware û ne ḧał û ne mał û ne çetir û ne şûre û

ne endame le komełî netewe yekgirtuwekanda û

ne pulêkî heye le sinduqî dirawî dewłetanda û

ne ała û ne zirêpoş û ne fiřoke û

keçî mawe û keçî ejî û keçî heyşe!

min nîştimanêkim heye

bałay ew bałay eşkenceye û

çawî ew çawî enfale û

gerdinî ew gerdinî giryane û

em qaçî - «4/24»e û

ew qaçî -«3/16»ye û

lebîrme beyanîyek destî řastî lejêr heresêkda qirta û

lebîrme destî çepî zirêpoşê

legeł zîncîrekanî xoyda birdî û

lebîrme beyanîyekî tir dinya zehirxiwardî kird û

kořewêkîş mêjûyekî asnînî da be kołya û

keçî lepiř ew bałaye estêre egrê û

ew çawe ebê be çawî dwařoj û

ew gerdine ebê be gerdinî agir û

4/24 ebê be 3/21

3/16 ebê be 3/5

heres řast ebêtewe û destî řastim ebê be qendîlLocation û

destî çepim egeřêtewe û ebê be destî řapeřînim û

heman dinya dêtewe û maçim ekat û

em careyan mêjûyş ebê be espî ẍarkirdinim!

le bîst û çwarî nîsanî ew sałeda ke xoşewîstîy şîrînPerson

hezaran hezarî kirdibû be ferhadPersony bêstûnekanî em xake,

zankoy sileymanîLocation be swarî kejawey çira geyştibuwe

qeładzêLocation û beharî eylûlî dabû be xoyda. řîze çirawgî

serî xwêndikar û mamosta, řîze wişe, řîze qełem

bûbûn be çiraxanî zanist û huner. serlebeyanîy

ew řoje, lenakawêkda, samał bû be neynokî

şikaw hařey kird û beyanî bû be bûlêł û qeładzê

kewte ser çokî şikaw û fwarey cesteman berew

jûr bû be awî yaqûtîn û hełkişa.

îtir diłope wişe û xwênî gułan yek yektiryan xwardewe.

çawî kitêb û çawî dirext somayan pija û

kwêrayîy çira dahat û

pêkenînî hełwerî.

kolîcêk bû be tabûtî jimare kujrawekanî matmatîk û

kolîcêk bû be tabûtî şî’re kujrawekanî edeb û

kolîcêk bû be tabûtî gułegenme kujrawekanî kiştukał û

zankoyş bû be taqîgey merg!

min nîştimanêkim heye

le sê sed û şest û pênc pencerey sałêkya

řenge her pênc pencereyan pêbkenin

îtir sê sed û şest pencerekey tirî

yan hełmî kost daygirtûn û

yan destyan nawete jêr çeney xemî jûr û

yan sersam eřwanne payîzî dûr û

yan legeł řêjnebaranda egrîn!

min nîştimanêkim heye

bo xoyşî ewende biçûke

cêy bizey guł xenderanêkî têda nabêtewe.

min nîştimanêkim heye bo pejareyş ewende gewreye

cêy hemû zayełey dinyay têda ebêtewe,

min şî’irim kirduwe be aw

eykeme defrî hemû řojekanî sałewe.

min şî’irim kirduwe be mêw

lenêw pencekanî xulya û xeyałma

hemû core peykerêkî efrandinyan lê dirust ekem.

cwanîy xudam têkeł be cwanîy zimanekem kirduwe

bêgerdîy mindałim têkeł be řwanînim kirduwe

dengî hejaranim têkeł be dengî xwênim kirduwe

boye etwanim bibme haje le gwêtanda û

boye etwanim xoşewîstîtan sersam kem û

be sîḧrî ziman kemendikêştan kem.

min emřo lenêw şite biçûkekanewe eçmewe nêw qeładzê

şite lebîrkirawekan, ewaney bûn be hełm û kost û

baranî lebar birdin, min serlenwê

eyankemewe be hewr û be çexmaxe û be baran

min pelkegyay sûrbawî qijî serwer û

feqyaney sipî le kotirçûy ḧemesałḧim lebîre

sirûdekanî hêrş her le singiman

boye etwanim ber lehemûtan

qeładzê řakêşme em hołewe.

min nîştimanêkim heye, xem sabat û xem keprêtî

xem buwe be bałindey, xem buwe be gijugya û xem be małî.

legeł janda dîlanê eka û

legeł azarda buwe be hawřê û

legeł meraqda buwe be dirawsê û

bełam min nîştimanêkîşim heye

le dway hemû qeładzêLocation û hełebceLocationyek

ełê û ełê: lewaneye mirdin bimrê

bełam min na!