jin

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 8 minutes  2507 views

heştî marit, xuşkî yekem kuře qurbanîy řapeřîne

heştî marit, yekem dayke hemû sałê yekem guł eda le qijî

heştî marit, yekem xwêndikarî kiçe be hezaran ziman edwê

heştî marit, jine hawserî ḧuzeyranekey êmeye.

heştî marit, dezgîranî tazetrîn şî’rî mine!

emřo çirke û deqîqe û se’at mêyînen

emřo wiłatekem mêyîneye, cîhan hemûy mêyîneye.

emřo jyan mêyîneye.

emřo řojî zîwînî ser û qij be pirşing û

şan û mil be peřey hełałey toye, ey çawgî bûnman, jin!

emřo řojî tewêł be bijwênî

beyanîyanî xoşewîstî toye, ey bałay jyan, jin!

henûke wextî goranîte

ew demey çirîket efřê û

ew katey xemî wenewşeyît le kenar emřoy sipîda

be hêşû estêre egrê û

ew demey baskekanit ebin be tajanî tîşk û

pencekanit be gułepemûy ber zerdey êwaran û

singit be gułcařî mijde

ey kêłgey zawzêy jyan, jin!

emêsta řojî tafe tafî ewînte

ewkatey ziney hetawit tya heł’equłî û

ebîte řûbarî dayk û şepol edatewe

deryaçekey mêjûy to!

ebête tavgey xuşk û heł’epirjêtewe

be sermanda pirjepirjî dengî to,

ebîte darsêwî yar û heł’epşikiwê

le řoḧmanda baxçey to!

emřo ko ebînewe çun kobûnewey hewr bo dařjan û

çun kobûnewey bałindekan bo xwêndinî nwê.

emřo kurdistan ekeyn be to!, jin!

emêsta ełqe ebestîn û da’egîrsêyn û

be çwardewrî hewarekey serî toda:

eykeyn be zemawendî agir û

eykeyn be şayîy şî’ir û

eykeyn be hełpeřkêy daristan û

sinewberîş lem řojeda serçopît bo egrê, jin!

emřo xor mêyîneye û

berd mêyîneye û qełemim mêyîne û

şî’irim mê.

henûke be bařêzerî henasekanî toda

be giřey pêdeştî henasekanî toda

ke henasey xake û henasey direxte û henasey awe û

henasey şew û henasey řê

bew henasaneda telan be telan û biniçk be biniçk û dê be dê

siław enêrîn bo kiçe qurbanîyekanit

gułehêro kujrawekan

awêne kujrawekan

pencere kujrawekan, kiçe qurbanîyekanit

ew kiçaney bûn be pepûley kewêł û kawanekan û nehatnewe.

ew kiçaney bûn be gułe kêwîle û hengezerdey

ew kejane û, nehatnewe.

kiçe qurbanîyekanit, ew melaney, ew qumryaney

betenha leser xwêndinî ’aşiqane seryan biřîn.

ew mamzaney betenha leber bařjinî diłxiwazane, seryanbiřîn.

ew dem û lêwaney tenha leser

şemałêkî zerdexene û

ew pirçaney tenha leser

semakirdin legeł «ba»y azarda

biřyanin û xistyane naw dozexewe,

serî biřřawî jinanî wiłatekem, tenha her giłopî kefin

leyek satda etwênewe û bîr eçnewe û bizir ebin

serî biřřawî jinanî wiłatekem, faylekanî tenderin

be ser xêł û be ser hoz û be ser xizma dabeş ekirên.

serî biřřawî jinekanî wiłatekem, deẍîlen û

le sûçî dîwexananda da’enrên û

tarîkî û tołe û kîneyan tê ekirêt û

legeł sindûqe fîşek û

legeł merga heł’egîrên.

berberîyekan, hemûyan etrîqênewe û

lewlayşewe, dad ewerê!

xuda, azadîye û

xuda, ewîne û

xuda, cwanîye û

xuda, heq!

keçî le małî xudawe, lepişt maykirofonî xaney xudawe

kolke ’eqił û kolke mela û kolke qise

qijî azadî jinekem, be miqestekanî řecim eken!

xwênî ewînî xuşkekem, bo xwardinewey

tifengekan ḧełał eken!

cwanîy jin, semay huner, pencey pyano,

pêkenînî pepûlekanî diłdarêtî

namey ’eşq û goranîyekan, wekû tilyak ḧeram eken

cehennemyan bo da’exen!

jin, jin, jin

bo şûşey bendî ’eşqît û bałexaney kirîstał û

şimşêrekanî xelîfe fetway xêł û fetway walî

hemû carê dêne serit û wirduxaşt eken, jin

to bejnî řûnakît û bazirganekanî ayîn

hemû řojê xiłtanî tarîkît eken, jin

jin, jin, jin

le berzayîyekanî ’eqłewe

ziryanî zansityan biken be gijda, jin.

le şeqamekanî şarî ’eqłewe,

apûrey qełem û çirawgî řûnakbîrîyan biken be gijda, jin!

to kiçe qijsûrekey şî’rî bêkesî

şewt piře le birûske û le řapeřîn, jin

to bałêkî sirûdekey «ey řeqîb»y diłdarPersonyit û

piřît le yaqûtî direwşawey mana û řwanîn, jin

to hawarekey «şêx nurî şêx sałḧPerson»yit

piřît le samał û le karêzî teqînewe û

piřît le gułcařî ewîn.

to cîhanît, le berdemî: derwazekey sedey bîst û yekda

fiřînî mangî destikirdî û to qûłbûnewey çawekanî enternêtî

bo ayndey em peyame, jin!

lêreyş

le seranserî wiłatî sêdare û xołemêş û enfalîşda

to xuşkekey «sinewber»y qeładzêLocationyit

katê ke to eçûyte naw gerûy neheng û dołpawe

lewdemeda, yekêk nebû le jinxorekanî emřo

yekêk nebû le xetîbe cehennemîyekanî emřo

tirsî zimanî pê qût nedabêt û

dengî lejêr serînekeyda neşardibêtewe û

azayetî le penayekda girmołey nekirdibê.

emřo řojî zîwînî seruqij be pirşingî toye, jin!

meke! seruqijit kifin meke, jin!

gułzar çon kifin ekirê

gułegenim çon kwêr ekirê

gijugya çon bend ekirê

azadî çon zîndebeçał ekirê, jin!

seruqijit medere dest parçe peřoyek, jin

seruqijit mespêre be şûy leçk û

seruqijit mexere tabûtî çarşêwêkewe û

seruqijit. le tarîkî hełmekêşe, jin!

serit, meşxełe û

qijit, laskî gułeco

serit, hewrî sikpiřî ’eqłe û

řêjney pirşing mekuje, jin!

serit mexere gořî qumaşewe, asman girê nadrê.

samał zîndanî nakirê.

her tałê le qijit şî’rêke û

her tałê le qijit teyrêke û

le cûłe û xwêndinyan mexe, jin!

seruqijit bidere dest gułî hetaw û

seruqijit bispêre be engutî baran û

seru qijit bidere dest ew bahozey

le dîrokî derbendekey kurdayetîy mame řîşePerson û «ḧemk»ewe

hełyankird û be germyanda sûřanewe

têkeł be boy simłî jine germyanî û

sozî daykî «ḧemeřeş» bûn, jin!

têkeł be horey dołî cafetî û

mangeşewî «wesananLocation»bûn, jin

serit bidere dest gizink

ba pirçekanit legeł heway jyanda dest bigirin û

ba pirçekanit wek bałî bałindekan bikirênewe û

şepol bin û hajeyan bê, jin!

heştî marit, jine awênefroşêkî diłdare û

řûnakî be ser wiłatda ebexşêtewe.

heştî marit, kiçêkî şenge û

be tirîfe leser řûy aw şî’ir enûsêtewe.

heştî marit, kîjêkî cwanî kerkûkLocatione û

hemû sałê lem řojeda

ebê be kotrebarîke û heł’efřêt û

ledwayîda leser lêwarî pencerey

zîndanekey leyla zanaPerson, bekawxo enîşêtewe.

emřo řojî zîwînî jyante, jin

emřo be şaray qijî toda

cirîwe heł’ewasîn û

eçîne naw jûrî firmêskekantewe û

eçîne naw diłope xwêntewe û

celladekanit ebînîn, jin!

eçîne naw tunawtûnî zirîkekanî enfalî towe,

byabanî ’er’er le qirîşkey toda û

le dozexî em cîhaneda ebînîn, jin!

abłuqedanî cehalet û gemarodanî xencer û

dozexewanî dîwanî «bêkesPerson» û kitêbekey «’ebdulxalqPerson» û

gwêzanî ser şademarî milî «řiştey mirwarîNamed-Entity»y secadî û

carêkî dî bikujanî galîloPersonkey zanistixiwazî

le kuştinî cestey «’umer tofîqPerson»da ebînîn, jin!

le saray germyanewe ta kawanekanî kwêstan

yek yek lenaw gyanmanda řîztan ekeyn, jinanî enfal!

yek yek be gułî jałe etanhonînewe û

etankeyne milî kêw be kêw û

milî dar be dar û

milî şeqam be şeqam

emřo řojî zîwînî toye

emřo çirke û deqîqe û se’at mêyînen

emřo jyan mêyîneye

leser qîjey řawnirawit, agir enêyn be bêdengîyewe.

leser zîndebeçałkirdinî xewn û ’eşqit,

ebîn be yasayekî dem tîj

leser hełkêşanî dengit, ebîn be hawarî mêjû, jin.

leser tenyayît û leser xwênit

ebim be qesîdey qurbanî û

be awazêkî xwênawîy û be qełemêkî şehîd, jin.

emřo řojî zîwînî toye û

emřo ebrîskêmewe çun pêkenînî zerya û

minîş şineşnime wek perçemî serçawey çya, jin.

jin û jin û jin û...