kuřî zerya

bo «semedî bîhrengî»
From the Book:
Rûbar
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  605 views
le şewêkda ke temumj
wek dem û çawî «řezaşaPerson»
le taranLocationda girj û mon bû
ew «xor û şêr û şimşêre»y
be aławe likênrawin
bêzar bûn û bepê dizkê
piştyan bo yektirî dana û
hatne xwarê.
şimşêreke xoy hełda bo naw miştî xor
xorîş swarî kołî şêr bû
kewtine řêga
le şeqam û meydan û kołanî şarda
egeřan bo naw nîşanê
- bo kwê eçin?!
dengeke wek haje wabû
xor îstêkî kird û witî:
- to kêy?!
- kuřî řûbar û ziryanim
minim «semedî bîhrengî»
xor nasêwe
boy pê kenî
her dû destî bo dirêj kird
- eme tîşkêkî xinkawme û
le zeryawe hatotewe
şimşêreke be dengêkî
tîj û barîk hełîdaye:
- wîstyan to be min bikujin!
bimkirdaye bergyan le zêř bo ekirdim
bełam nemkird...
çunke emzanî řojê dê
emkeyt be nawnîşan û
tablo bo kurteçîrokê.
pîreşêrî diř neřandî:
- takû emřoş ew çîrokey
nawî minî tya hênawe
polîsekan lêy etirsin
çunke ke destî edenê
çîrokeke hełmet ebaw.
beseryanda eneřênê
semedPerson mat bû
be dengêkî êcgar hêdî
dwaw witî:
- bo kwê eçin?!
wa ezanin serdemî segî polîsî
bonî xor û şêr û şimşêr û aw nakat?!
bo kwê eçin?!
ke xor giřî çawanî xoy
hawîşte naw dû gilêney
çawekanî semedewe
ewsa witî:
- leber ewey çawî wişet
le çawanî
mindałe lanewazekan natrukênî
leber ewey hewre birusket hawîşte
diłyanewe û heta êsteş
lenawyana dêyt û deçît!
bo swar nabî legełmanda û
min bixeyte gyanêkewe bimbatewe
bo asmanê
xorî tya zîndanî nekirê!
şimşêr serî guł û baxçe nepeřênê!
şêr aske bêkesekan netirsênê!
semed swar bû
le paşkoy xorewe swar bû
birdinî û her
birdinî ta geyandinye:
ew gundaney şanî sałyan
dadawete ser qeraẍî
mergî deẍił û kêłgekanyan
ew şaraney qifił le quřgyan dirawe
ew geřekaney deramet lenawyanda
be darşeq hatuço ekat
ew jûraney ger beřêkewt
tûtkekanî «şabanwî»y şox
belayanda tê bipeřn
lûtyan egirin
ew.. ew.. ew.. ew!
semedî mandû areqî naw çawanî
beguł estêreyek siřî û înca witî:
- emênnewe?!
yan eçnewe bo naw ała?!
ewey dîtan hewrekanî
naw dił û serî êranLocation e.
yekem car xor
witî:
- to xot le her kwêm da’enêy
dambinê yan,
emdeyte destî her kesê
semed xorî hełgirt û birdî takû day
be nûserê
ke dastanî tîrbaranî
wiłatî xwên û hetawî enûsêwe û
birsîşî bû
nûserekeş xorekey xiste diłêwe û
diłîşî da behejaran!
* * *
ke semed hatewe
řwanî şêr tûřeye
şêr witî:
her şwênê metirsîy
lê ekirê lewê bim
bê swarim bebê swar řam megre.
semed řoy... hatewe
swarêkî legeł bû
kełeget, meçekpiř, singitûkin
swareke řastewxo çuwe ser
kołî şêr
sereta nemnasî swar kêye
nemdîbû birînî
hêndim bîst ke řoştin
şêreke pêy ewt: «mu’înîPerson»
her şimşêr mayewe bê’aram
be denge tîjekey xoy witî:
- min dyarîm bo kam pyaw?!
çi destê emgirê?!
- destî min!
mindałêk emey wit heşt no sał
- le kwêwe to hatûy le kwêwe?!
- le dinyay çîrokî
semedî bîhrengî û
naw çawî ewewe
min hatûm!
- ey nawit?!
ey to kêy?!
- xesrewPerson m!!
bîhrengî maçî kird
şimşêr xoy hawîşte
naw miştî biçkoley xesrew û
pêkewe çûne naw derbend û
eşkewtî kêwekan.
betenya bîhrengî mayewe
ke zerya bangî kird
leserxo pêy hełgirt
bîhrengî çwewe naw aw û
le awda
kazêwey beyanî
êranî bedî kird.