şa’îranî wiłatekem!

From the Book:
Rûbar
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  635 views
şa’îranî wiłatekem!
boçî xotan lenaw tenha
dewarêkî hobey şî’ra
qetîs eken?!
bo le yek awaz exwênin?!
bo towî gułêk eçênin?!
çawî şî’ir kwê nabînê?!
gwêçkey şî’ir, çî nabîstê!
xeyał kwa sinûrî heye!
behre kwa řêy dûrî heye
biřwa biken!
a em diłe biçkoleye
ke ewendey hermêyeke
nek ser zemîn
gerdûn cêgey tya botewe û
zimanîşim tenha nûkî
be gêngiłî qełemêke!