felek řeḧmê be ḧałim ke be ẍayet dił perêşanim

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  1171 views
felek! řeḧmê be ḧałim ke be ẍayet dił perêşanim
řehendey zêd û mesken, dûr le yar û qewm û xêşanim
dełên mîhman pezîr û diłnewaz û xawen îkiramî
desa bo keyte? wa min bênewa û derwêş û mîhmanim
’ezîz û xoşewîstî kullî ’alem bûm emêstake
ẍerîb û bêkes û tenhanşînî kuncî eḧzanim
çi mînnet ger newazişt û te’aruf key legeł mun’îm?
be min feřze ke řût û musteḧeqqî xêr û îḧsanim
leber cewr û cefay yaran nîye nałe û fuẍanî min
hîlakî lewm û te’ney nakes û xendey řeqîbanim
eger bêt û be naḧeq xot bikey penhan wekû yosif
werîdî ’îşq û řîşî tuhmet û çakî girîbanim
eger kurdîPen name depirsin mezheb û pîrî terîqî min!
’elî mewlame, qadir pîrme, meḧmûde sułtanim