sîḧirbaz

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  321 views
ne bûzîm û ne hîndosî û ne sîḧirbaz
ne ard ekem be kotir û
ne kotrîş ekem be ard
ne etwanim çewenderîş
a lem ’erdeda derbênim
ne çawîştan tefre edem
ne kesîştan be xewtinî mugnatîsîy exewênim!
ewe serim xo eybînin?!
hemû řojê wek selke tûr naypeřênin?!
ewe destim xo eybînin
hemû řojê wekû qamîş nayqirtênin?!
hemû řojê kut kut, pil pil
namken be şîşî sułtan û xelîfewe?!
xo eşbînin?!
ewe serim ełêy qełakey hewlêrLocatione û
wa le cêy xoy
xo eşbînin destekanim
dûřyanî kifrî û dûzin
her le cêy xon
sîḧirbaz nîm, bełam min řojî çend carê
çawî kołrawim heł’egirim eyçênmewe
qaçî peřîwim heł’egirim eyřiwênmewe
sîḧirbaz nîm celladekem sîḧirbaze
ew cadûgerey yek care û
her ke serîm daye destitan
ewsa îtir bibřay bibiř
ne xoy û sîḧir, ne serî
carêkî dî nayenewe!