dû pyaw

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  336 views
jêrzemînêk û dû pyaw û
pankeyek û eskemlê
yekem pyawyan
pêştir û zû
jêrzemîneke û pankeke û kursîyekeyşî
be destî xoy xułqandibû.
jêrzemîn bo ’embarî ard.
panke bo fênkkirdnewey řencî hawîn.
kursîyekeyş bo pişûdanî wişey hîlak.
duwem pyawyan
her be pele
jêrzemînekey betał kird
eskemlî kird be pile
yekem pyawî le hoş xo çû
xiste ser û
lewêşewe
milî kird be:
pankekewe!