gelî bazê

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  330 views
zûtir eger řeşebayek
le gelyekey «’elî beg»y biprisyaye
erê çawim! min peleme û
to nazanî «gelî bazê» le kwêdaye?
îtir dwayî ew ebwaye
se’atê defterî berd û
kone bawłî eşkewt û
jêr serînî herdekanî bigeřaye
ta edresî gelî bazêy edozyewe û
ta eydaye!
zûtir eger bałdarêkî ’aşiqî wek
taqtaqkere
be lay «gelî zawête»da têpeř bwaye û
bîprisyaye:
erê gyane! to nazanî
gelî bazê, le kam laye?!
ew ebwaye
’eynekî geła sinewber le çaw kat û
berbaxełî teřî kejan bigeřêt û
yeke yeke
jêr dosîyey giłesûrî
kêłgekanî hełbatewe
ta edres bidozêtewe û
bîdate dest taqtaqkere!
lemew pêştir
eger berane kêwîyek
be tenîşt «gelî bedran»da têpeřbiwaye û
bîprisyaye:
erê qurban!
erê bedran!
min řêgem bizir kirduwe
to nazanî gelî bazê kwê kewtuwe?!
ew ebwaye
carê tozê serî bixurandaye û
înca se’atê gîrfanî şeřwałekey «mame řûte»
bigeřaye û
çekmecey pile piley kêw, řakêşêt û
her be’enqest
dû sê çirpe be gwêy «serdêman»da bika û
ewsa edresî bate dest!
bełam îste
nek her «gelî ’elî beg» û
nek her «zawête» û nek «bedran»
herçî gelîy kurdistane
herçî derbend û eşkewte
wextê postey şehîdanyan bo enêrdirê
wextê namey sinewber û
firmêskî «eḧmedî xanîPerson» û
tałe qijî serî «zînPerson» û
’eşqî «memPerson»yan bo enêrdirê
le her kwêwe
ba ewendey «negezakîLocation» û «şêx wesanLocation»yiş
le yek dûr bin
le her kwêwe
ba ewendey «hełebceLocation»yiş û «hêroşîmaLocation»yiş
le yek dûr bin!
le her kwêwe, le her kêwe boyan biçê
pêyan nagat
eger behoy
nawnîşanî «gelî bazê»we nebêt û
nawî ewyan lê nenûsrê!