le pasêkda

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  325 views
hêşta pase qij zerdeke her westawe
yeke yeke ser’ekewn
her kursîyekey tenîştî min
taqe kursîye qij řeşekey tenîştî min
heta îste
her ew çołe.
hêşta pase qij zerdeke her westawe
ser’ekewn û řû nakene
taqe kursîye qij řeşekey tenîştî min
westawin û nayanewê biçne lay ew
bonêkim kird
bonî naxoşî lê nayet
serxoş nîye û
berdewamîş bizeyekî leser lêwe!
hêşta pase qij zerdeke her westawe
takutera ser’ekewn
ewa îsta taqe kursîye
qij řeşekey tenîştî min
herwekû xom
qij řeşêkî leser danîşt
pasekeyş řoyşit!