kê dełê diłber bexîln emřo wełła diłberim

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  687 views
kê dełê diłber bexîln? emřo wełła diłberim
berdî jêr pêy xoşî ḧetta her dehawê bo serim
ew, segî sed sał cefakêşî le hîçê derdeka
way be ḧałî min, ke sêsed paye namaqûł tirim
îltimasî kujtinim lê kird, kutî nazanî to
min çepeł nakem le xwênî her segêda xencerim
pêm wit axir to diłî min kwê debey? tund bû witî
hay be toçî? małme xwahîştime her kwêy berim
řoḧ le kwêda xoy nîhan ka er le ber tîrî mujey
kun kunî kirduwe wekû bêjing cemî’î peykerim
hênd witit laço serit ba bêt piştit kendełan
çahî ẍem kewte dwam û bay fîraq kewte berim
ey felek! mirwet ke min bew qalbî piř derdewe
cewrî to ya nazî yar ya cewrî eẍyar hełgirim?
řoḧ û dîn pêşkeş deka her kes, minî bê dîn, xuda!
sa çilon ew laşe fertûte û ze’îfey bo berim?
şahî îqlîmî wefa nazanî ey kurdîPen name minim
feqir û faqe, tac û tomarme û gedayî efserim