em şaxe

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  332 views
a ew şaxe
pîremêrde mil barîke
bem řojgare, bew serewe, her xerîkî
xwêndinewey: gird û řûbar û kêłge û deşte!
hewrê witî:
- min ezanim em ser řûtawey řîşne
çend şî’rî befir û baran û ziryan û xorî lebere.
min ezanim çend kurteçîrokî coge û
çend řomanî řûbarî dûrudrêjî xwêndotewe
a em şaxe pîremêrde mil barîke
meybîne wa kizołeye, bîrî tîje.
le bîrêtî be çi řojê aw janî girt
be řûbarî noberewe!
le bîrêtî wextê agir pêřewke bû.
a em şaxe pîremêrde mil barîke
min ezanim çend daristanî qamûs û
çend pełkegyay wişey heye
a em şaxe pîremêrde mil barîke!.