tenha yekêkman

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  362 views
êware bû
be tenha her firyay ser derkirdin kewtîn.
wek ew baraney ebarî
ebwaye êmeyş newestîn.
řîzê firmêsk bûyn eřoyştîn.
řêçkey dûkełî perit pertî
gundêk bûyn û be şaxêkda ser’ekewtîn.
hemû teř teř, çořawge bûyn.
lûtman pilûskî serman bû
qaçîş cogeley leşman bû.
mindałekan: peřesêlke û
jinekanman: dar û dirextî payîze û
pîrekanîşman: le espî şeket eçûn.
hemû teř teř, çořawge bûyn.
tenha her yekêkman nebê
ke lejêr çetrekey xoyda
yek diłop baran lêy neda û
le hemuwîşman aramtir bû
ewîş mindałî jêr çetrî
çermî sikî jinekem bû!.