denke tow

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  437 views
milyonan bûyn
pîredar û
newnemam û
denke tow bûyn.
lenaw xudey enqereLocationwe
şebeyxûnê hatin, hatin
hełyankêşayn
hełyangirtîn
dûr birdyanîn!.
le řê milî zor pîredar lar bûnewe.
le sermada zor newnemam řoḧyan derçû
řeq bûnewe.
towêkî zor her bûn be jêr dest û pêwe
bizir bûn û bîrçûnewe!.
wek çemî hawîn tenk bûyn.
wek bałindey demew payîz kem bûynewe.
çûyne xaney hezarewe
towman tya bû «ba» hełîgirt
«ba» birdyewe
geyştewe çyay tînû.
lenaw berdida xoy şardewe
yekem baran
duwem baran
sêhem baran, řwayewe.
ewa îste dîsanewe cengełêkîn
milyonanîn
denke towîn
newnemamîn
pîredarîn
xudey kon mird!
ey xudey nwê!
destî sungît bo nawete jêr çenaget!
etwanît bimanbeytewe!
bełam axir min ezanim
toyş ezanît
ta denke towê bimênê bo bawbaran
em cengełe nabřêtewe!