sařêjkirdinewe

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  311 views
eger sirweyekî ezmiřLocation
bê bo êre û bigate lam
yek şew gil bixiwatewe lay jûrî tenyam
serê bikêşête singim
ke řoyştewe û geyştewe
ew dyare
diłnyam ebê be giře û lirfe eka û
eysûtênê demuçaw û
destuplî
«wêłedereLocation û mameyareLocation»!
deba neyet!
tuxwa neyet!
ewan hemû řoj esûtên
boçî şwênî saẍyan mawe!
deba lêre û dûr le çawyan
hêwaş hêwaş xom bisûtêm
xo xołemêşî em leşe
ger bernewe
pencereyek û dwanî ewan
řûmetêk û dwanî ewan
kemê sařêj ekenewe
min jyawim bo ew keme
nambenewe?!