kispe

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  372 views
ta qełemekem małî bû
textebendî qełemdan û bo xoy jûrî gîrfanî bû
eger şewê řêkewtaye
neçwayewe û
le hewarî azîzêkda mîwan bwaye
taqe şewê serînekey xoy nebwaye
taqe şewê doşekekey xoy nebwaye
lêfekey xoy be serî xoyda nedaye
leser la řûy nekirdaye
ew dîwarey lepałyaye!
ebwaye her gîngiłî bê û tilî baye!
- daye xewm lê ziřawe
xewm naye!
- řołe ewe emşew cêget
lê gořawe
pêxefeket hî xot nîye
řołe binû aramit bê
her yek şewe û kotayîy dê!
- ho, ho daye!
ewe le kwêy?!
le kwêy? le kwêy?
wa awî řeş heł’equłên
em dû çawe
îste nek xew
min jyanim lê ziřawe
taqe şewê nîye daye!
dû sê şewê nîye daye!
hezaran şew nîye daye!
cê gořînê nîye daye
min jyanim lê ziřawe!
- řołe newek her lêfeket
asmanîşt lê gořawe!
řołe newek her serîn û doşekeket
zemînîşt lê gořawe!
řołe nek min
zubanîşt lê gořawe!
řołe binû, binû, binû!
min ezanim
nîştimanit lê gořawe!.