koteł

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  366 views
xanûyek jûrêkî lê mird
le pirseda çawî gêřa
bo jûrekanî dirawsê
ewey neydî
ewey nehat
lenaw diłî pencereyda bû be girê!
geřekê małêkî kujra
le pirseda çawî gêřa
bo řêwban û
bo geřekî em la û ew la
ewey neydî
ewey nehat
lenaw diłî berheywan û serkołan û
gořepanya bû be girê!
axir xo min kurdistanim
le yek tirûkey çawa bû
pênc hezar kanî lê kujra
pênc hezar řezî lê xinka
pênc hezar şî’rî lê kujra
pênc, pênc, pênc, pênc...
wa şeş mange le pirsedaye mewlewîm
dar be darim gwê heł’exa
berd be berdim sorax eka û
şax be şaxim çaw egêřê
ewey dûkełî cergimî nasî û nehat
ewey nemdî
çon leber çawî em mêjuwe siksûtawem
řeş, řeş, řeş, řeş
danageřê!