dersêk

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  375 views
- mamosta gyan
le cugrafyay naw diłma bizir ebim!
min nazanim şarî bameřnî
çend pile
le řoxî zeryawe berze!
be pêwaney pê, gez, metir
hełçûtrîn lûtke û dundî
nawî çîye û çend biłinde?
- başe lewê kam direxte
barîkele û pêst tenk û çawî sewze?!
sûrtirîn gułî kêwîley çî pê ełên?!
- mamosta gyan!
min nawî guł û dirext û
bałindem bo leber nakirên
deng û řeng û
bon û çirîke û şeqey bał
le qefezî tûł şikawî
singî minda ḧepis nakirên!
- ey kam lawik, ey kam sitran
’aşiq lewê
eyka be gware be bazin
be mêxekbend
bo dezgîran?!
- her nayzanim
- nazanim. nazanim. nazanim
ey qutabîye gêlokeke
çîy ezanî
çon der’eçî!
- mamosta gyan
heta îsta
min çawî bameřnî xomim nebînîwe
lebarey ew kełekêwye ’asîyewe
tenha her yek şit ezanim!
- ey qutabîye gêlokeke
bîłê çîye?
- le řoxî zerya û awewe lew beriztir
le hełçûtrîn lûtkey biłinditir
le sinewberî sewztir
le şalawkî besoztir
le sûrtirîn gułî sûrtir
le...
- tûřem meke
ey qutabîye gêlokeke
bîłê çîye?!
- mamosta gyan!
kotrî ser û
liqe lawazekey leş û
lawik û sitranî gyan û
gułî xwênî «yûsfî»ye!.