kitêb

bo «ḧusên mirwe»
From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  410 views
ew dirextey
ḧefta û ḧewt pelî dirêjî lê bûbowe
emřo witî:
dway teqînewey napałim
gwêçkey çepim nabîsêt û
îste keře!
to pêm biłê:
baweř nakem teqînewey lew gewretir
lew besamtir
hergîz hebê!.
ew řûbarey
ḧefta û ḧewt coge le cestey cwê bûbowe
emřo witî:
teqînewey ew dînamêtey ke milî
ḧefta û ḧewt şepolmî peřand
nałe û girmey
le gişt dengê beriztire!
ew «muxeyem»ey ke her xoy
be destî xoy
le ḧefta û ḧewt sanyeda
ḧefta û ḧewt kotrî cigerî
xoy naştibû
emřo witî:
ne’, zirîkey memke biřawekanî min le gişt nałe û
dengêkî tir beriztire!
ledwayîda kitêbxaney «gel»êk witî:
gewretir û gewretir zor biłinditir
lew dengane hemûy têkřa û hemûy zyatir
nałe û girme û teqînewey
dengî demançeyekî bêdeng bû
ke her dwênê
kitêbêkî le bergî hetaw gîrawî,
kitêbêkî temen ḧefta û ḧewt lapeře
sewzî cwanî piřşingidarî
minî kuşt û
gwêy cîhanî hemû keř kird!