xwast

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  729 views
wextê gerdaw dawa eka û
şepol heł’esête serpê!.
hemû carê ew berzewpê řawestane
ew hełsane
bo yadî gyanî awêke, kanîyeke, şehîd bûbê.
wextê aso dawa eka û
bałinde bo satewextê lenger egrê
be asmanewe ewestê.
hemû carê, ew lengere, ew westane
bo yadî gyanî gułêke, gełayeke, şehîd bûbê.
wextê xakîş dawa le hemûman eka
wekû dirext deqîqeyek řabwestîn
hemû carê ew berzepê řawestane
leber xatrî nîgay kanî û
berdenwêjî nawçewanî şehîdêke.
hemû carê lenaw çirkey deqîqeda
wa hest ekem
se’atî xwênî şehîdî keşkołekanim lê eda!
kê bû pirsî:
em şî’raney to çend ejîn?
çend ’umryane?
min xom nałêm, şepol û guł û mel ełên:
be qed yadî her carêkî berdewamîy
îste û beyanî û dahatûy
ew deqîqe, řawestane!