qopçe

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  407 views
em şaxe wa hełkewtuwe
ełêy pyawêkî dirêje û
sał dwanzey mang sermayetî ûk
pałtoyekî xołemêşîy awdamanî
teskî leber xoy kirduwe.
pałtokeyşî be çwar qopçey
gaberdî zil daxsituwe.
em şaxe wa hełkewtuwe.
emřo şebeq borduman bû
min her xemî ew pyawem bû
dwatir ke serincim daye
wek xoy çon bû
her be pêwe řawesta bû
tenha yek qopçey pałtokey
le şwênî xoy tiraza bû.