qox

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  514 views
leber ewey çawekanim
dû denke hełûjey řeş bûn
wextê ke to dawat kirdin
yekêkyanim daye destit û
ewî tirim bo xom hełgirt!
ey kiçeke!
bełam diłim her qoxêke
her yekêke
ey nazanî
ewîş zûtir
le berebeyanî temenda
kurdistanim piřî pya kird
ew fiřanî
to bizane beşt nada!.