sorax

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  524 views
be daristanêkda řet bûm
sinewberê hate ser řêm
hewałî hewrî lê pirsîm
witim beřêweye bo lat
se’at nabê lay lûtke dîm.
zor neřoyştim
çiłe gwêzê yexey girtim
witî nazanî kizeba bo kwê çuwe?!
dû řojêke min nemdîwe.
witim lay befir nûstuwe
xom lewê dîm.
çend hengawêkî tirim na
darzeytûnêkî řeştałe
destekanî bo hełbiřîm
witî: tikaye bweste!
qumrîyekî gerdin şînî çirîke xoşt nedîwe?!
witim: ha, ha lew qedpałe
çote diłî şwanêkewe
hêndeş nabê ke kirdiwêtî be hêlane.
ke lew řet bûm
şořebîyek perçemî serçawî lada û
witî: masîye pankeyekî kiras pûleke leberî
kemê cirpinit nedîwe?!
witim: a, a, nasîmewe
a lew baxçeyey serewe
le belemî geła hencîrêkî panda
min xom dîmin
demî xistibuwe naw demî
masîye sûrey ew gomewe.
lew têpeřîm
dargêlasê hate ser çeqî řêgem û
witî: erê taqtaqkerey ’aşiq
îste gîrodey kam ’eşqe û
le kam geřekî ewîn û
le kam laye?!
çirpeyekim be gwêda kird
destêkim kird be gîrfanî ber baxełma
tazetrîn nawnîşanî ewm daye.
ke daristanim becêhêşt, dûr kewtimewe
tewrêkim dî be řakirdin, qaç quřawîy,
henase swar berew řûm hat
ke minî dî westa û witî:
çend dirextêkî yaxîbûm lê win buwe
zor geřawim
em bax, ew bax
em mał, ew mał
to netdîwin?!
her ewsate biřyarim da
bibim be kwêr
bibim be keř
bibim be lał!