seferî ewîn û şořş

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  574 views
katê řoyştim, çawî -kanûn-
hêwaş, hêwaş
şeqamî heyînîy řojêkî xoy teř ekird.
řojîş pałtoy samêkî gewre û estûrî
leber beyanî xoy ekird.
şipirzeyîm wek biniske sabûnêkî
lûs weha bû
lenaw lepî destî ’umra der’epeřî û
xoy ne’egirt.
tirsêkî sard
wek ew řoje
le henawma heł’elerzî.
tirs germî nebowe ta,
ledwayîda
be ewînit damnepoşî!.
* * *
ke min řoyştim, asman pirûşey xemêkî
tazey ekird.
wekû geřek
wekû małim, wekû jûrim
«ba»yiş bêdeng bû.
wekû destim le gîrfanma
çolekey diłit nûstibû.
xewî xołemîşîy tarîk û řûn
le řuxsarî agirdanî sardewebûy
to nîştibû,
ke min řoyştim.
* * *
ebê biřom
řêgey seferim dirêje
dirêj be qed xemî kurdistan û kezîy řeşt û
hemû pirçî ’aşiqanî em dinyaye.
dirêj be qeder xeyałî namokan û bêkaranî em dinyaye.
ebê biřom û pêt nełêm maława bê.
eme seferî ’eşqêke tewaw nabê
eme seferî ewîn û koçî bałindey şořşe
em sefere:
şemendeferî birîne û
hezaran îstigey swarbûn û dabezînî le řêdaye û
cantay nîye!
demê terze û demê pişko û demê ziryan
leser leşî heł’eden û cilî nîye!
ebê biřom û pêt nełêm maława bê!
zemanî lêk dabřînî:
pence û dest û
çaw û biřo û
dem û lêwe, zemanî lêk dabřînî azîzane!
toyş wekû şî’irim azîz bûy
to şî’irim û şî’rîş to bûy
herdûktanim becêhêşt û pêm newtin bo kwê eçim!
tom lenaw xewî pemeyîy ew řojeta
becêhêşt û
şî’rîş lenaw taqî birînêkî şara.
lêm bibûrin
efsûs û ax
lêm bibûrin.
guman kirmî em serdeme kirmêyeye.
guman mekoy tewnî serî, qet nesrewtî
em řojgar û sedeyeye
lêm bibûrin.
efsûs û ax
şî’irman dî wişe û ḧerfî xoy le kunî zîndan tund kird.
şî’irman dî demamkî heł’ebest û pêş çeqoy,
sansor ekewt û jimarey xanûy řistey xoy
bo neyaran dyarî ekird!
lêm bibûrin, efsûs û ax!
azîzman dî xoy lenaw diłî azîzda ḧeşar dabû
keçî ewyan diłî birdû xistîye naw miştî çeqowe
efsûs û ax!.
* * *
witim: ’eşq hełgîrsanî bejnî berzî
le koçêkî dirêjdaye.
somay çawî xoşewîstî
le wiłatî tarumarî řêgedaye.
fiřînî gyanî firîşteyş
le şeqey bałî sozdaye.
witim nabim be zerya ger
şepol nekem be serînim.
nabim be şax eger binar
qaçim nebê
nabim be bax ger bałinde
aşnam nebê
nabim be wiłatî ewîn
ger paytextim
azarêkî awedan û gewre nebê
boye řoyştim!.
* * *
herçend şêwey dûre yadit
nawbenawê
penahêndey sate wextî
herêmî xewî ziřawme.
bełam îste ne řengî to û ne řengî xak
le yektir cwê nakemewe
şêwe têkeł
dengitan têkeł
wekû awî dû awanê.
herçend çawî dûre yadit
nawbenawê penahêndey awêney xewnî nêw çawme
bełam îste ne çawî to û
ne gułêkî çyay jûrser
ne bałay to û ne dirextê
ne bizey to û ne giznigê
le yektir cwê nakemewe.
bontan têkeł
xwêntan têkeł
min nazanim to le xakda twaytewe
yan xak le toda twayewe?!
min nazanim?!
dûr kewtimewe û nizîkîşim
wekû hewrî ser kêwan û xewnekanî mindałîman
dûrkewtimewe û nizîkîşim
wekû xwênî kon û tazey şehîdanman
îste lenaw tenûrî zam û seferdam
keştîyekim le gêjenî mêjûda exulêmewe
sewłim bazûy hetawêke
qet şil nabê û
be dewrî çawî to û çawî
em xakeda exulêmewe
biçme her kwê her nîştecêy xoşewîstîy
sewzî êwem
biçme her kwê her bałindey hêlanekey
’eşqî êwem.
çarenûsî em seferem
çarenûsî sinewber û şî’irtane
çarenûsî em keştîyem
çarenûsî bendertane.
ger hatmewe xewnî şehîd û mindałî ehênmewe
ger hatmewe xak dêtewe, yar dêtewe,
guł dêtewe.
ewsayş em sefere ebê
be beytî ’îşqî azadîy kurdistan û
bist be bistî
em cîhane gişt egeřê.