şayîy şehîd

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 7 minutes  1120 views
mepirsin çon?
ke dił ebê be swêske û «silêmanîLocation» be hêlaney
îtir şî’rîş asmanêke û pol pol wişey
sewz û sûrî têda efřê!
mepirsin çon? ke em sere giřgirtuweyş
ebê be pełe hewrêkî nizim û newîy ser «ezmiřLocation» û
be dem gîngiłî janewe, girmegirim
bo berewxiwar da’egeřê
be ser şeqam û małanda da’ebarê
îtir şî’rîş serçaweyeke û qułpequłp
lem binarî çawanewe heł’equłê!
mepirsin çon? ger xem nebê be birûske
ger ewînî wenewşeyîy çawî êwe,
nebê be řêga û tirûske
çiroy em zamî şî’ranem
lem bestełekî singeda
çon epşikiwê?!
deng çon ebê be řeşeba û
şepol çon le gyanma enwê?!
mepirsin çon?
ne’, mepirsin!
îste lay min
hemû řojê
lenêwan çawanî «goyjeLocation» û
gerdinî «pîremegrûnLocation»da
xoşewîstîm: kotreşînkey pêşmergeye û
namey dwa şehîdî pêye û
şeqjenêtî dêt û eçê
mepirsin çon?!
îste lay min
hemû şewê
xoşewîstîy «silêmanî»
mangî sûre û
lenaw befrî şî’rekanma
wird wird hełdê!
mepirsin çon? ne’, mepirsin
şa’îr wekû peřesêlkey koçer waye
herçend werzê bo «şem»y yar ecrîwênê û
îtir ewîş awazêke û çaw lêk enê!
mepirsin çon?!
dastanî pêşmerge ełê:
řêy syamendPerson bo lay xecPersonê
be naw gerûy zor nehengida tê’epeřê
werzî ’aşiq swarî wekû
«ferx» û «memPerson» û «mameřîşePerson» û «necoPerson»y ewê!
řenge bałî zor honrawe
zor goranî
lem zistaneda hełwerên.
řenge qijî zor erxewan
zor şořebî
wekû pirçî kiçî şarim
bem kiřêweye dařnirên.
řenge zor çinarî ’îşqî hełçûy
berdem wek ḧucrekey «nalîPerson»
her be pêwe hełpiřûkên!
řenge memkî zor «ḧebîbePerson»m
bem dîwarî şewgareda dabkutrên.
řenge zor geřekî diłim
małî çawim
jûrî derûn û henawim
kawlaş, kawlaş, text kirên!
řenge, řenge, řenge
bełam nîgay «giłezerde»
çirayeke wa be destî şehîdewe
dûsed sałe
małewmał eka û egeřê
dûsed sałe
em çiraye ne pêłûy giřî etrûkê û
ne kiz ebê û
ne eşmirê!
* * *
ḧevdey «kanûn»
le gyaneławî payîzda, pêş dwa koçî bałindey par
beyanîyekî xoretaw, beyanîyek řûmetî geş, wekû mindał,
pê’ekenî û sûrmey şewqî eda le şarî bin binar.
beyanîyekî xoretaw, kizebay sard, wekû terze
henasey girdî seywan bû
wekû hemû beyanîyek
emřoyş şarim, şajnêkî şiłejawî nîgeran bû
tawanî cil bełek, bełek
leser pyadeřewî şeqam
le pêşwazî ew řojeda
destyan ekirde mil sungî û
taqyan lê eda bo merg
tawanî cil bełek, bełek
dest leser çek
leşî şî’ryan epşikinî û
gułyan exsite jêrpêyan.
beyanîyekî xoretaw
be ser şimşêrî şeqamda
yek yek, dû dû, qutabîyan
wekû qełemî řengawřeng
hengawî xêray wişe bûn
heng bûn efřîn
berew şaney polî mekteb!
* * *
mangî pijan û hełwerîn,
ḧevdey kanûn, beyanîyekî xoretaw
le jêrzemînî şêdarî bin şarewe
le zîndanî xunxiwarewe
sê cwanûyan hênaye der
sê cwanûy toř
le mêx yaxî
çaw agirîn
pişt daxkiraw
yał xwênawî
lenaw tendûrî tankêkda
ser berewjûr
eyanbirdin bo serbiřîn.
* * *
mangî pijan û hełwerîn, ḧevdey kanûn,
le řojêkî xoretawda
le berdemî mektebêkî ḧepesawda
lepał dîwarêkî nizma, řayangirtin
erxewan bûn
řûyan kirde «pîremegrûn»
sê ask bûn
sê askî «silêmanî»
sê cwanûy werzî qurbanî.
sê goranî.
sê darnemam.
«serdar» liqî darçiwale bû
yekem behar bû guł bigrê
«hîwa», etut kanîyeke û pê’ekenê
«aram», bêçuwe hełoy çaw tîj
eywîst ber lewey peř derka
berew ḧesarost hełfiřê!
lepał dîwarêkî nizma řayangirtin
şirîxeyek û dwan û syan û çwar û de
tifeng, xoretaw ekujê!
tifeng, xwênî gułegenim
be ser şeqamda eřêjê!
tifeng, çawî řoşnibîrîy heł’ekołê
tifeng, tifeng
sê pełe xwên, sê kêłgey sûr
lejêr sê darî elkitrîkî ber mekteba
bo giłop û bo řêbwaran becêdêłê!.
* * *
ḧevdey kanûn, beyanîyekî xoretaw,
le gyaneławî payîzda
ber lewey sał pałtoy zistane leber ka û
goçanekey hełgirêt û destî lerzok hełbiřêt û
be êcgarî maławayî lem dinyaye hemûy bika.
be syanze řoj, pêş ewey jyan hemdîsan
sałêkî tir mare bika!
lew řojeda, şaxekanman le lûtkewe
berew mêjû
bazyan hełda
ta bizanin kên ewaney lew sałeda
le wiłatî şehîdanda
ebin be xor
ebin be mang
ebin be şa.
* * *
ḧevdey kanûn, beyanîyekî xoretaw
legeł dengî bałebanî çyay sûrda
legeł horey xakuxołî şarezûrLocationda
dem be guł û lêw be xende
«silêmanî»y sê zaway xoy kirde perde!.
ḧevdey kanûn, beyanîyekî xoretaw, lenakawda
le berdemî mektebêkî ḧepesawda
le berdemî mektebêkî qij jakawda
şayîy sê zaway ême bû
řeşbełekî şehîdan bû
ahengî ’îşq û sûtan bû
lenaw yaranî qurbanîy em şareda
lew řojeda kêt ne’edî!
lew řojeda kurdistanim çawî gêřa
le apûrey zemawenda
ewey le dûsed sałewe xwênî daye û
xoy pê bexşî
lewê eydî!
* * *
ḧevdey kanûn, beyanîyekî xoretaw,
zemawendêkî gewre bû
şayîy sê kuřî ême bû
zawa syan bûn
bûk syan nebûn, sê gułałey şermin nebûn
sê řêwasî qaç xenawîy kelîxanî kwêstan nebûn
ewan sê zaway cil sûr bûn
bûk syan nebûn, sê kîjołey
sê naskołey wekû hermê kiras sipî
sê wenewşey suxme şîn û
sê makewî xałdar nebûn.
zawa syan bûn, bûk syan nebûn
bûk her hemû kiçekanî silêmanî û kurdistan bûn!
bûk her hemû kenîşkekanî germên û
kîjî zozan û kwêstan bûn.
ewan sê zaway esp swar
sê ziryan bûn
bełam yar û dezgîranî guł be destyan
hezaran xec û şîrîn û perî xan bûn!.
ewan sê şaxî zawa bûn
bûk syan nebûn
řûbar bûk bû
befir bûk bû
baxçe bûk bû
şî’ir bûk bû
lew řojeda ewan zawa û
kurdistanim tazebûk bû!.
* * *
mepirsin çon? ke şî’ir ebê be diłdar û
«silêmanî» be cêjwan!
îtir minîş çaweřwanîm dirextêke û
leser şeqam û kołan û bermałanî ew şareda
agir egrê!
mepirsin çon?! ne’, mepirsin
îsta lenaw «serçinar»y em diłeda
zemawendî şehîd germe
řeşbełeke, sêpêyîye, şêxanîye
em ahenge
ne ḧewt şewe, ne ḧewt řoje
ta mayînî azadîy bûk negate cê
mang bo zawam danebezê
em şayîye dwayî nîye!
zemawendî şehîd germe
hemû řojê
hemû şewê
şî’rêkim birazawaye û
tara xwêne û
desesřî serçopîkêş
kiłpey serme!.