qîblenma

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  1563 views
kurdistanim birînêke, birîn: liqî darbeřuwe.
waz lew birînem bihênin, lêygeřên ba
pelupoy sûrî bihawê û
sêber bo azadîm bika!.
min her çawî daristanî giř têberbûy
xom şik ebem
êşkim bigrê.
min her xwênî leber řoyştiwî em şaxaney
xom şik ebem
hełgîrsêt û pêşim kewê!.
waz lem birînem bihênin
zeryam şewe û, qîblenmay milim mome
bayewanî em keştîyeyş her çarokey serî xome
her xom, her xom, her xom
min xwa nîm û ewetey hem her tenyam û
kurdistanîş baweşî ’eşqî daykêke
wekû mêjûm siksûtawe û çaweřême!.
* * *
waz lem birînem bihênin
çeşey çeqo, çeşey pişko, çeşey xwêye
em birîne!.
pencereye, estêreye, espî sûrî ẍar kirdinme
em birîne.
her ew be tenya şik ebem
lecêy ała ewem heye
min hełîkem!.
her ew birîne şik ebem
boye carêk çetrî řehêłey ser serme û
hełî’edem.
carêkî tir demî estêrkî çawanme û
berî edem!.
her ew birîne şik ebem.
her ew xwêne:
fiřokeme
debabeme
bazokame
katyoşame...
le atşigey mergî sûrî xomda tenha
min her sucde bo ew ebem!.
* * *
kê dengî kird?! kê hate ser termî kanîm?!
lenaw mêjûy hełqirçawma
kê bû qumê awî kird be demî
sinewberî serbiřrawma?!
ke řûbarî leşyan kuştim
kam oqyanûs xoy girj kird?
pirdî kam cê desî girtim?
ke hermêy memkyan hełkendim
ke şemamey diłyan guşîm
řeşebay kam la hełîkird?
kê wirtey kird?
kê? kê? kê?
ke pirçî řezyan hełkêşam
ke çawî gułyan derhênam
wekû aẍzecgere
twêkłeşûtî
pêyan pya nam!
kursî kam paytext û yasa
leqey bo kird?
kê dengî kird?
mûy simêłî kam řijêm bû
cûłey bo kird?
tûke serî kam gewrepyaw
tûke berî kam gewrejin
bo min bizût?!
herdû layan
hersê layan
herçiwar layan
yek ledway yek,
herçî hesta be xwênî min desniwêjî girt
be xwênî min řojûy şikan
xwênî minî da be newt!
yek ledway yek
herçî hesta kasesermî kird be tepłek
herçî hesta çermî sikmî
kird be cantay dîblomasî û
înca sirewt!
herçî hesta êskî minî kird be peyje û
be pêplîke û
xoy pya serkewt!.
le bazařî řojhełat û řojawada
koyley pêst sipî bûm û
min bo kê nebûm be deskewt?
kê goştî kut kut kirawî
em leşey minî ber nekewt?!
* * *
kurdistanim birînêke, birîn mange
waz lew birînem bihênin
ba le kelî ewînewe
geş geş hełbê.
ba gewre bê, ba tirîfey pel bihawê.
berew bakûrî azarim
berew başûrî şewgarim.
deba hełçê, birîn hełçê
wekû sûreçnar hełçê
wekû lawlaw ba le qefî zincîrmewe
xoy bipêçê
her ew birîne şik ebem pencerem bê
kiławřojney em serem bê.
newtî çiray leşyan dizîm,
min çîm heye le dûkełî şî’ir zyatir!.
qijî kej û herdyan biřîm,
min çîm heye le agir û kiłpe zyatir!.
awî serçaweyan kuştim
dar û dirextyan kwêr kirdim
le kuxtekey diłî xoyşima kirêçî bûm
deryankirdim!.
pişîle bûm, bo berew xwar
xistimyane gwênyewe û seryan bestim.
meymûn bûm û wirç bûm û peta bûm û
lewêş dewryan be diřkezî û telbend girtim.
min çîm heye le petî sêdare zyatir
le ordûgay dîl bewlawe
le jimarey şehîd zyatir?!
min çîm heye?
min her ew xwêne şik ebem
ke sûrawî lêwî berd û
goney pelkegyay pê bikem!
min her ewînê şik ebem
řiqî pîroz exate ber
pelepîtkey tifengekem!.
min ew birîne şik ebem.
birîn mange û birîn agir
min çîm heye le xwên zyatir?!