nefret

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  620 views
dû sengere
dû tifenge, dû řabere
dû mirdin û dû jyane.
yekem: azadî le kwê bê
em sêberî bałay ewe
bałindey diłî hejaran bo kwê bifřê
em asmanî ew diłeye
em hêlaney ew meleye
qoł be qołî xemî coge û şaxa eka
legeł baranda da’eka
bo serbestîy gułegenim
şewane em
êşkî kêłgey nûstû egrê.
řojane em
dasî řence
areqey zewî eřêjê
- kem ejî bełam keł ejî-
wextê emrê
daristanî gel eynêjê.
duwem: wekû emîstake
tabûttaşî azadîye
gerûy řizgarî le kwê bê
ew demî nêze û sungîye
min hîç nałêm
ewe leşî kurdistanim
xot bîbîne
pencerey gewrey çwar takî ser birîne!
ewe bałî melekanim
ewe gułî baxçekanim
ewey nîye
hełfiřîne
ewey nîye
geşanewe û pêkenîne!
min hîç nałêm, emîstake
temaşa ke:
le nîştimanî deẍłida, nan çon emrê!
le nîştimanî newtida, çawî çiram çende kize.
tiłpey pirteqałî guşraw
ewe wêney ew diłeye.
kotey qesab
ewe leşî azadîxwaz.
topewane û demî gîre
ewe kelley memPerson û zînPersony em geleye.
dû sengere
ewey le duwem sengera
řeng bo mergî xak eřêjê
wextê emrê
daristanî řûte û hejar
le zelkawa ew enêjê!
* * *
dû sengere
dû tifenge, dû řabere
dû mirdin û, dû jyane
wa tifit kirde birînî kurdistan û
wa cêthêştim.
wa memkî daykî xot biřî û
wa řoyştî
bełê tenha yek hengawe
yek tewqeye
bełam ew tewqe û hengawe
pilûskî abřûy tikawe.
wa řoyştî
destîşt xiste naw destî
duwem senger
ewsaş wekû kełeşêrî
bezîwî popne xwênawî
leser dar û perdûy małî
řûxawî xot heł’enîşî
lew satewe, to ew giskey
ebê leser
tenekey xoł dabnîşî!.
řoyştîtewe!
to îsteke ew xiřkeberde giřwêyey
le binarim bûytetewe û
cinêw be lûtkey xot edey!
ew xencere jengawîyey
le kêlanî xot řa’ekey.
to ew çekey
qonaẍî xot esûtênî û
sikî jinî xot daẍ ekey.
to ew kesey
kifnî sûrî hawřêyekey
xot fiřan û řoyştîtewe
herçî zamî leşman heye
wekû betanîy şehîdan pêçatewe û
řoyştîtewe!
teslîm be kêrdî ser milî
bawik û biray xot bûytewe.
yek hengaw bû
bełam ḧeyay tya tewaw bû.
yek tewqe bû
bełam hezaran pencey qirtawî
mindałanî kurdistanî
legełda bû.
řoştîtewe!
her pirdêk bû peřîtewe
şew danehat
ke pird giławîy leşî xoy
leber şetawî řûbarda
der’ekird û eştewe.
yek hengaw bû
bełam ew çekey ta dwênê
mil keł bû wek
dundî berzek
îste wekû xot gwêy tepe
îste pence û pelepîtke
lerzok, lerzok
îste tifengî tirsinok
ewîş wek xot
çote ser çok.
* * *
yek tewqe bû
îtir nawit bû be camêkî bin řeş û
mał be mał ziringayewe
le řojêkda nawî pêşût
leser qedî darbeřuwekem, pûkayewe.
îtir wek gorewîy çiłkin, diřaw
wek kefawî dway řîş taşîn
wekû «day. bî»!
to tûř dirayt û to řêjray!
řoştîtewe û dway to meqer
dar û berdî hatne qise û
wityan: nefret!
pêxefeket
kes tya nanwê û ełê: nefret.
tûleřêy ew ber girdeke
geła gełay direxteke
hajehajî řûbareke
binarî kêw ta lûtkeke
xoł û tozî pêdeşteke
mełbend û tîp
mefreze û kerit
nek keřetê hezar keřet
hemû ełên: ḧaşa, ḧaşa
ḧaşa lewey
lew wişeyey, lew gulleyey
şîrî memkî şaxyan firoşt
serî gułebaxyan biřî
çawî dirextyan hełkołî
nefret
nefret
nefret