gułbaran

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  535 views
hêşa şî’irim beharane gułbaranî
bałay şarbajêřî ekird.
le tewqe serî çwartawe
da’enewî û
kiřnûşî bo sûrkêw ebird!
be kiluçkî pencey daban
wekû hellac
hêwaş, wird, wird
çawî estêrey sîweyl û gimoy eřişt!
hênde nebû
taze pîrî şewkêł eçû
tacî xwênî «’elîPerson û salarPerson»
binête ser serî kewtû.
her dwênê bû
le tîrêjî birînekanî goyjewe
daykî seruqij xwênawîy
silêmanîLocation m edî, eyut:
le agirdam û esûtêm
eşsûtêm û goranî bo
kuřî ew kêwane ełêm.
hênde nebû
şî’rekanim le qetre xwênî «zînane»
milwankeyan ehonyewe bo gerdinî
diłdarî kełî şîrwane.
hênde nebû, qereçûẍim
leber awêney pêdeşta
řa’ewesta û gułebaxî serkewtinî
le perçemî mexmûr eda.
hênde nebû
be teşwêy řiqî pîrozim
dołeřeqem
wa dataşî
ta bû be tabûtî qułî
mergî pwaz, mergî sitem.
ewa emřoş
wekû dwênêm
wekû îstem
le dołî akoyanewe
ebme mangî
xwênî ser kořek û hełdêm
ebme diłope baran û
ser be zamî erxewanîy
tînûy «meḧmûd»ewe enêm.
em careyan min paşakorey pêşmergem
hatûmewe û
singî espim nawe be singî qeławe û
řuwew řewandizLocation bang edem.
em careyan
herçî kejî leş cinrawe
herçî kanîy dem bestirawe
herçî hewrî sik sûtawe
letekman û berew xoretaw, taw edem
be mareyîy xwênî xanzadî kurdistan
ey serbestî be to egem!
* * *
ey gelekem! ey sirûdî
řîz bestûy řîzî azadîy
şořşeket le xot eçê!
şî’irim nebîst, şî’irim nedî
ey şořeşořşî hejar
şořşêkî dîke hebê
wek leşî to, wek keprekem
wek gîrfanim, řûtełe bê!
to dargiwêzêkî be tenya
her xot bo xot sêber ekey
tenya, tenya
wekû daykim û jûrekey
wek ew jûre û
taqe qenefe şiřekey!.
* * *
kurdistanim
ey diłî çwar kerit kirawim!
her wekû çon şî’irim neybîst
şî’irim neydî
diłê hebê
wek çolekey gundekanim
wek diłî to bê hêlane û
keçî awayş leber nêzey
řeşebay her çwar werizda
hêşta mabê û bijî û bifřê û
wek qełemim
be pêyşewe řawestabê.
* * *
ey gelekem!
herçî gêlasî şî’irme
bîguşme naw derûntewe
be qeder xwênî şehîdêk!
gonat sûr hełnageřênê!
herçî řûbarî şî’rîşme
bîxeme ser deştî leşt
be qeder xwênî şehîdêk
tînwêtîy řêget naşkênê!
ey şehîdanî wiłatim!
herçî wişey cwan û nazdarîşim heye
hełyançinim, çend berz bin
her le xwar ejnotanewen
boye ełêm
çaktir waye êweyan dî
ser dabxen!