tîr û kewan

pêşkeşe bo kongirêsî aştî û çek fiřêdanî giştî le mosko, 9-14 mangî 7y 1962
From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1892 views
ew asmane şîney jûr ser
kotrî sipîy tya xul eda
bebê xeter,
mijdey guł be bulbul eda.
 
lew asmane,
giřî sipîy ew bałane:
awêney aramîy jîne,
koşî wenewzî şîrîne;
řûnî exate şebeqman;
sêber eka bo areqman,
berî řencî tałman be lêw
eka be hengiwînî bê mêw
 
eger melî asmanî şîn
bałî beyax nebê bo jîn,
le hîç baẍçe û beharêka
le cêy diřk guł nabînîn,
guł nabînîn!
 
ew tawanbarey bo kotir
le jêy kewan tîr gîr eka,
parçey cergî naw bêşkey xoy,
pêş hînî min nêçîr eka!
legeł eweş destî çepeł,
abřûtkaw,
her xerîke, tekeł tekeł,
bo asmanî piř le hetaw
tepedûkeł heł’esênê,
giřî sipî exnikênê!
 
pyawxorêk wa
be goştî řołey xoy çeş bê,
řojhełat boy, wek řoj’awa
deboy tîr bê, hîy terkeş bê,
dyare hergîz le pelamar
waz nahênê wek gurgî har!
 
ba hezar car,
gîrfanim piř le bełên ka,
cûtbeqêy bełên be swên ka:
ke heł’egrê
dest le gezen heta emrê
min tecrebey par û pêrar
nayełê çaw bê tirs lêk nêm,
le gazî mar!
eger dinya aştîy ewê,
bo jêr serî xewî aram
le tûkî qû piştîy ewê,
řawêj her eweye le lam:
heta zuwe,
ta xełk gişt be qiř neçuwe,
dan le demî mar derbênê! -
çek nemênê,
ewsa, bê tirs, têr enwê çaw,
eçête îş dû destî pyaw!
ewsa baxçey jyanî nwê,
cwantirîn guł tya epşikiwê!
ewsa însan,
be destî bê tîr û kewan,
zûtir towî gułî zewî
bu ebrê ta estêrekan!...