bo serbazî cumhûrîman

From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1118 views
ey lawekan!
bawkan, daykan, bira û xuşkan,
dezgîrane çawciwanekan,
têrtêr destyan kirde miltan,
maçyan kirdin,
be pelepel... be pelepel...
biřon bo jêr beyaxî gel!
çek hełgirin,
berg bipoşin,
wa burûjên, wa bixroşin:
dablerzê diłî dujmin!
 
ey lawekan!
êsta daykan
le sing naden,
şîwen naken,
ke kuřyan eçête jêr çek!
şukirî xwa eken hezar lek,
ke kuřyan bote şêr bo gel,
dujminî gel eka pel pel!
bawkan deste’ejno û xembar
dananîşin wek par, pêrar,
çunke kuřyan bû be serbaz,
kiz û bê naz,
bêgar eka bo napakan!
êste xuşkan,
xem sîs naka gułî řûyan
bo dezgîranyan, bo kakyan,
êsta kiçan,
gişt afretan,
guł baranî serbaz eken,
xoyşyan wek pyaw serbaz eden!
çunke dezgay tazey wiłat
be bê xebat,
bê pas û bê parêzgarî!
seqam naxwa hergîz karî!
têrîy, poşteyî û şadîman,
serfirazî û azadîman,
beyaxekey «cumhûrî»man:
hoy şanazî û řûsûrîman,
gişt leser xebat westawe,
ewîş pîşey řołey lawe!
ey lawî kurd!
ew řoje mird:
ke min û to û dirişt û wird
le serbazîy siłman ekird!
 
ew řoje çû
ke ewendey şew tarîk bû!
êsta řojî cumhûrîye,
řojî merdî û řûsûrîye!
 
biřo ey law,
wek kuřî pyaw,
bergî xakî bikere ber,
le qubbey asman bisû ser!
wêney şêrî çeş binwêne,
diłî dujmin daxurpêne,
dujminî gel,
hîy gişt cîhan,
ke egêřê çawî bo hel,
agir hełsênê le xerman,
ta gişt însan
bê ser ka wek qoçî qurban!
ta saway naw bêşkey sûtaw
le şîş da wek cergî birjaw...
ey řołey kurd!
împiryalîst ew bawkey mird
ke biray ’ereb legeł to
wek caran bika řenceřo!
bêt teqe bê le tifengî
be milyonan merdî cengî
piştit egirin,
wek řeşkey ka wirgî ediřn!
pitir le milyar aştîxwaz
piştîwantin, řołey serbaz!