le binî bîra
From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
2 minutes
1228 views
wek qirjang û wek mişk û mar
bem kuneda hatûme xwar
be çing, be pê, be paç, be dan...
heł’ekenim bo xom zîndan!
ta hełkenim řotir eçim
hey quř be ser kuř û kiçim!
bew řencey min boyan edem
tîkey wişkyan nagate dem!
xoyşim, le binî bê erzim,
bo tarîkî û tirs elerzim,
teqe û řeqey parçe asin,
ke dê û deçê bo ser û bin,
piř eşkewtêk sam û guman
exate dił bo daxurpan!
heway nefes gerûgîre,
qenarem qûłayîy bîre!
hakat zanî be (gaz) xinkam!
yan asnêk le kelley dam
yan basqeney newtî le piř
bo asmanî hełdam be guř!
ke min mirdim, kiç û kuřim
exon le kam kasey piřim?
kê nanî wişk, kê bergî şiř,
peyda ekat bo kiç û kuř?
berî řencî ’umrî dirêj
gişt kewte lay areq neřêj
kirdem birdey kompanî bû:
hem řencim çû, hem newtim çû!
biłên derçûm le binî bîr:
bê hêz, pişt kom, řîş sipî, pîr!
ewsayş pena bo pek kewtû
her mirdine û, mirdinî zû!
tagel karî naw xoy wa bê,
kuřîş jînî çatir nabê!
ewîş wek bawik, řêy kułołî
ebřê û, ebê be newt xołî,
ew newtey mam kompanîman
puxtey sûdî xiste gîrfan!
êmeyş le gencî řenc û newt
axman berkewt, daxman berkewt!...