bestey nebez

From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1535 views
min ew dîlem le zîndanî tarîka
hetawî bîr řûnak eka berçawim;
be naw hezar ḧełqey dawî barîka
qefî zincîr epçiřênê hengawim!
***
min ew dîlem le pişt şûray poławe
asoy hîway geşim hergîz win nakem;
le řûy asman be giřî sûr nûsrawe
bende bendey ayîn namey biřwakem!
***
min ew dîlem amancim qîbley gişte;
ba samdar bê û piř diřk bê řêy řastim,
madam hêzî zorbey gelim le pişte:
diřk gułe û tirs arame bo xwastim!
***
min ew dîlem ke sirincî bê bakim,
sił le çawî piř le qînî zeq naka;
daneçîřey gurgî harî ser lakim
zatî gyanî nelerzîwim leq naka!
***
min ew dîlem ke dîl kerî zordarim
diłî leber guřî nałem elerzê;
ta şiřtir ka kełbey leşî zamarim,
xoy xiraptir lenaw xwêna egewzê!
***
min serbazî amancêkim: pîroze,
fîdakarî řêgayekim: bê gerde,
řencêk edem řencî pyawî diłsoze,
le řêyeka bê bak emirim: řêy merde!