şehîd

be yadî şeşî eylûl, şeřî berderkî serawe
From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
 3 minutes  1476 views
hezar û nosed û sî bû, şeşî eylûl ke řoj hełhat:
ẍirîwî wîstinî ḧeq kewte naw şarî silêmanî;
«hełobeg» ew cwaney piř diłî bû bo weten awat,
le pêş cem’êkewe ta bersera řûy hełmetî hanî.
***
legeł yaranî eyut: «ey ḧukûmet! ta nekey tesbît
ḧuqûqî kurdewarî, nayewê kurd nîntîxabatit;
ewaney bang kiran û to be quwet dewryan egrît:
denî û qazanc peristin, hîç nebê pêyan mubalatit!
***
ewane key le mîllet bûn heta temsîlî ře’îy ken?»
ḧukûmet! ême kurdîn, wa ełêyn: «namanewê nuwab
ke dawênî ẍerez bigirin be herdû dest, weten berden!
nekey, meşrû’ nîye, derke le ser sewdayî întîxab...»
***
eme cumley qise û amalî yaranî hełobeg bû,
ne nameşrû’îy tya bû, ne tecawiz bû be emnîyet...
keçî ’esker be metralyozewe bo qetłî ’am derçû;
diraye ber şeqey şestîr řica û amalî mîllîyet!
***
şeqey şestîr û qirçey destiřêj û hełmetî sungî
be xwênî kurdî bê tawan şepolî xiste ser cade:
nema cwanê ke sungî neysimîbê sed keřet singî,
nema pîrê le řîzî gulle bûbê qelbî azade!
***
hełobeg gulleyî ewweł le řanî da, duwem destî:
ke xoy û qewmekey wa dî, be çeşnî şêr nirkanî,
pelamarî ke da bo zabtê: yek zille xip xistî,
demançey seng le destî û agirî da ta wekû twanî...
***
bełam fîşek nema, her zabit û yek dû nefer kewtin...
lepaşa ’eskerîş destiřêjî lê kird û be lada hat;
leser deryayî xwên bû keştîyî ’umrî berew mirdin
eçû, eyut: xwaḧafîz, ewa emirim weten, heyhat!
***
le baweşta pişûy ’umirim nedî tawê be serbestî,
heta mirdin ziřey zincîrî dîlî bû le gerdinma,
jyanim ’ar û zîllet bû le jêr pêławî duşminma,
be xwên bê û gił hełîlûşê, kewabê, heykelî hestî!...
***
xwakey bulbulî baẍî sera! herçende payîze,
be xwênî xom gułit bo aw edem, sa bom bilawêne!
legeł ew cwane pakaney le dewrim meytyan řîze
le xwêna wêneşêwawîn, be daykiman binasêne!
***
biłê bew bûkî tazey yek şewem ger hate ser ne’şim,
nełê xoy bo weten kuşt û le řêy ’eşqî mina nejya
wezîfem bû le pênawî wiłatêka serim bexşim:
ke toy perwerde kird bo min le dawênî çya û kejya!
eger xway gewre bexşîy pêt hetîwê, pêy biłê: řołe
le min firmêskî wîst bawkit, le tuş dawa eka tołe!