le bendîxane

From the Book:
Siruşt û Derûn
By:
Goran (1904-1962)
 5 minutes  1266 views
tawanim kird, gel pêwey nam morî napakî,
bo zîndane koçî jînim, dinyay řûnakî!
witim: gel, ne’! gel firoşî dezga û dûkan gêř
’arî têrpoş, xewşî birsî mû be mû jimêr!
dizî têr û bê pêwîstî narde ser birsî,
wityan dize û pirsyarêkî zoryan lê pirsî
kabray birsîy bê tawanîş mil keç û serşoř
çonyan lê wîst boy hełřişitin wełamêkî zor!
kar tewaw bû, qoçî dizî, bû be sindûq biř;
mêşk mandû, dił birîndar, gwê le twanc piř
lûley tifeng le biřbiřey piştî qaym bû,
teqey postał be şwênewe: her hat û her çû
ewa êsta baẍçey jîn û şî’ir û xeyałî
bû be jûrî bendîxaney tarîk û xałî!
sa xwat legeł dinyay cwanî! dinyay řûnakî!
tawanim kird, gel pêwey nam, morî napakî!
îtir min hîç ne ademîm, ne nîştimanî,
ne endamî em komełem, ne kurdistanî
na, bo kurdêk kifre êsta kurdistan witin,
çerçyekanî îsti’marim lê ebne duşmin!
le ’êraqa û beqanûn û pêřoy ’êraqî:
kurdêk gîra û bend û zincîr kiraye laqî,
ḧeqî wek kurd her nebuwe û hî wek ’îraqîyş
bizir eka, le bendîşa û le paşî bendîş!
***
êsta min û xełqî ewdîw em çwardîware
le babetî cwê şêlrawe hestîman, dyare!
ewan çeşnî firîşten û bêgerd û pakin,
dinya her bo ewan xułqa ewende çakin!
boyan heye bepêy diłxiwaz bixon, binoşin,
serbest bijîn, bextyarî pêk pêk binoşin,
gwê bigirin têr le awazey mosîqay şîrîn,
kořî bezim û aheng biken piř le pêkenîn,
benaw cwanîy tebî’eta bên û biçin mest,
bo kam mîwey zor serçiłe dirêj biken dest
bełam min û wek minekanî bendîxane,
dirust bûnman le quřêke ehremenane!
bo tarîkî, bo şerim û ’ar, bo xem xułqawîn,
le beheştî ewdîw dîwar bê beş kirawîn!
mang û řoj û estêrey xwaş legeł deşt û der,
qanûn ełê: qedeẍeye derḧeq tawan ker!
***
ey mang û řoj, estêrey şew, hełmeyen îtir
bo ewdîwî be nihênî le tawan ker piř!
bo ewdîwî be aşkira fezîlet firoş,
le penawe paskerî diz, wa’îzî serxoş!
bo ewdîwî şêx û mela beşî zor casûs,
zurbey aẍa be pêst merd û be êsk bê namûs
bo zordarî nawxo diř û lelay bêgane
dest leser sing leber eken cilî jinane!
bo ewdîwî ke zor pyawî gewre û nawdarî
gyanî çewr û çiłkine wek leşî hejarî!
bo ewdîwî piř le diro û piř le desîse,
bo ewdîwî ke hîç nebê wek em dîw pîse!
ey tîjgî řoj! ew wiłatey komełî pake,
endamêkî wek minî tya azad û çake;
endamêkî wek minî bo şî’ir û edeb zaw,
tya nabête paredzî birsî û natewaw!
dizî birsî yan teme’ kar! dewrî firmanî
nagirin, heta be quř bigirin małî wêranî!
ew komełey xwapêdawe, xawen behrey fen
bo pyanazîn bexêw eka, nek řîswayî û pen!
bulbulê bûm amade bûm heta bimênim
be nanî wişk, bergî pełas, bo gel bixiwênim
bełam gelî be şirînqe xew lê xirawim
gwêy nedamê heta kewtim, çiłkin bû nawim!
***
ey tirîfey mangî sipîy derkî delaqe,
ba pîs nebî, xot mede lem kurdî ’îraqe!
wiłateke dagîrkiraw, netewe dîle,
baw lay duşmin: namerdêtîy, merdîy zelîle!
kay leber seg danrawe, êsqan bo espe!
ser le cêy kilk bend kirawe, kilk le ser çespe!
şêwênrawe be destî qest şîrazey karî,
ta asan bê bo sûrfilî çirç, îstî’marî;
wek bizin mij dem binête cwanawî newtî,
lêy derhênê dwa denk û filsî dest kewtî!
ey mangî berz, sa hana bê, mil binê bo dûr,
bo wiłatêk cêy nîzam bê û serbest û řûsûr,
bo wiłatêk hawnîştiman tyaya azad bê,
jîrî diłsoz bawik bêt û gelîş ewlad bê!
her endame be pêy behre û lêhatnî xoy,
mawe û cêgay firman kirdin řêk xirabê boy
îş bikat û nan bixiwat û bergî xoy bidřê,
be bê ewey naçar bibê řêy tawan bigrê!
a lew xake pirşing řêjîy pirçî zêřînit,
ey mangî cwan sengîn eka nirxî bînînit!
***
ey estêre! estêrekan! berz û geş û dûr,
egerçî min natanbînim leber seqfî jûr,
bełam dyare, êsta cwan cwan çaw etrûkênin,
řûy asmanî şînî jûr ser pê ekenênin!
ax, nazanin xawen çêjan, firmêskî çawyan
řêga nada biřwanne zînetî asman,
lem wiłatey ke řûy xakî guł gułîy daẍe,
birînî cerg le baẍçeya le cêy gułbaẍe!
xwatan legeł, êweş biřon, lêre awa bin,
ba nekewn wek min kewtim, estêrey ça bin!
***
ey dinyay cwan, dinyay behar, dinyay řûnakî!
tawanim kird, gel pêwey nam morî napakî,
fiřêy dame piştî dergay asin û poła,
le jûrêkî tengełanî tarîk û çoła,
legeł ewey gyanim tyaye be henase û nebiz,
ełêy mirdûm xizawmete jêr elḧedî qebiz;
be qed kunî delaqekem asman dyare,
eme hemû nawnîşanî řojî behare:
bo bendîyek ke zîndanî diłî xembarî
dwa delaqey gîrawe le řojî beharî,
bo bendîyek ke peywendî legeł dinyay der
bedestî «dad » piçřênrawe; hawřê û birader
le kirdewey naşîrînî lêwyan gezîwe,
le hawřêyî û biraderîy destyan siřîwe
bo bendîyek, ke hîç nebê ta berełła bê,
bepêy qanûn koşî minał, minałî nabê
kuřî xercîy lê wernagrê, koşî nabînê,
kiçî sawa - kê çuzanê - heta bimênê!?