berdenûsêk

From the Book:
Siruşt û Derûn
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1025 views
leser kêlî giłkoy gewrekçêk hełkenrawe
le xakî giłkoma ey gořistan geř
axêk binêje;
be kêlî meřmeřma firmêskêkî teř
le çaw biřêje!
le dinyay řûnakta minîş gyanê bûm
le leşî cwana;
wêney pepûleyek ehatim, eçûm
be naw gułana!
 
koşî germî dayk cêgay nazim bû,
gyan bûm lay bawik;
nawbangî çawřeşî řiştey řazim bû,
bûbû be lawik;
 
bełam ax ke nałey lawkî lawan
zû mestî kirdim,
be řêy ’eşqî paka nam mil û tawan
bo lařêy birdim!
 
lawêkî namerdim tûş hat le řêma,
be swên û peyman,
wek řeşmar pepkey xward, nust le naw cêma;
abřûmî tikan!...
 
paş ewey marî pîs zehrî xoy řijan,
kişayewe kun;
hoy şermî le bawkim kird be mayey jan
ketin kerî win...
 
řûy nyazî zerdî dayk û bawik û xom
bê sûd kewte geř,
xoyşî çeşnî bawkî tifî hełda bom,
gwêy lê kirdîn keř!
 
ew kuř bû, sereřay eweş destidar bû,
be destûrî gel
napakîy kirdewey dûr le pirsyar bû,
bełam, ax ecel!
 
minî «kiç» mamzî bendîxaney jîn:
sizay tawanim,
be destî bawkî xom çûm be serbiřîn!
pirçî pexşanim,
 
tila le xwênewe û kewte ser çawim,
îtir nembînî:
le cergî bawkima serî biřawim
çon bû birînî?
 
yan daykî diłsozim wêray be bê şerim
bo cwanemergî
wek daykan şîwenêk bigêřê be germ;
řeş ka boy bergî?