dyarîy xway şeř

From the Book:
Siruşt û Derûn
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1131 views
dyarîy xway şeř: xeşme û qîne,
duşminîye û řiqe û kîne,
bedxiwahîye û nîhadî pîs:
barî lêkdanewey îblîs!
dyarîy xway şeř: piř be dił tirs
yek ziman û sed hezar pirs;
guman le řast, bełam baweř
be diro: «ax, dyarîy xway şeř!»
dyarîy xway şeř: řence û azar,
mergî leşkir, wêranîy şar;
bo dayk: taqane kuştin,
bo korpey naz: hetîw xistin!
xway şeř însan le hawcînsî
eka be gurgêkî birsî;
agir, qurquşim, ẍazî xinkên
edate destî û piř le cwên
eka demî û pêy ełê: ’erş!
bo bin deryay tarîk û řeş
bo naw hewr û birûskey berz,
bo cêy dûrdûr leser řûy erz...
’erş! wek diřinde, wek har ’erş!
dinya řeng ke be xwênî geş!
pelamar de, destubird ke,
bigre, bibře, bidře, wird ke:
qeła, telben, şûra, senger;
ḧeywan, însan, şarî, ’esker,
jin, pyaw, pîr, cwan, dest, qaç, sing, ser...
pêşêl ke herçît dête ber!
bê sûç bikuje, serbest dîl ke,
dergay mêşk û dem kilîl ke,
komeł birsî, wiłat lat ke,
nexoşîy zor, derman qat ke,
qutabxane, bîmaristan,
kogay fen kirdî kon û cwan
şwênî bekełk gişt xapûr ke,
binçîne û ban xwar û jûr ke!
dezgay şaristanî têk de:
emřo řojî meḧşer lêk de!