şemał

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  1018 views
ba pasarî yan kewîş bim
hemû şaxê min nanasê
ba daristan yan kejîş bim
hemû «ba»yek řamnajenê.
ba serçawe yan befrîş bim
hemû melê xo neydîwim!
ba masîş bim
hemû gomêk
aşnay mele û mołgem nîye.
ba şî’rêkî ’aşiqîş bim
hemû «welî» û
hemû memêk
çawyan le giryanî wişe û
pêkenînî bestem nîye.
min «şemał»m nebînîwe
qet dûbedû
çawî û çawim
beyekewe danenîştûn.
destim qisey
legeł destya nekirduwe.
wekû terze û wekû giře
qet pêkewe nebînrawîn
ew kełî naw şaxan buwe û
minîş şî’rêkî şarinşîn.
ew serçawey zełim buwe û
minîş şeqamêkî ẍemgîn.
min nazanim ew çawane
řengyan wekû:
kirasî daykî şehîdan?!
wekû seru û sinewberî
çinarok û heybet sułtan?!
wekû kêłgey gundî «bax» û
deştî ew lay «kanî wetman»?!
min nazanim řengyan çon bû
tenha ewende ezanim
ew çawane
wextê leser dundî qendîl
bûn be çira
taze yekem řewe’espî
sûrî ême
be tarîkîy kurdistanda heł’egeřa.
taze yekem horey xwênî
ḧuzeyranî ew heware
ebû be lawkî řêgey
berewpîrçûnî sêdare.
ew çawane
wextê leser dundî qendîl
bûn be çira
lew kateda
çawanî pyawî kerec û
pałewananî hełatû
ew çawane:
topî bilyard
denketezbîḧ
pajnehełkêş
mûrûy milî gemałî şa
gułî xwênawîy sersingî
pêławekey şabanû bûn
le taranLocationa!
* * *
min «şemał»m nebînîwe
wek çon «qudsî»û
gomî wan û
duktor fu’ad û «qamîşlî»m nebînîwe!
min nazanim kełeget bû?!
bałay be qed
bałay henarî gułkirdûy gwê tanceřo?!
hêroy ałî řêy qeredaẍ?!
be qed berzîy
leser yekî
her dû çekî
«’elîPerson û xalîdPerson»
bû?! ne’ebû?!
min nazanim bałay kurt bû
wekû bałay
biřnewî kurt?
wekû «řenicberPerson»?!
wekû «aramPerson»?!
wek derwazey nizim û newîy
małe hejaranî ladê?!
min nazanim leř bû wekû
askekêwî?!
yan bexo bû wekû «şehab»?!
min nazanim
min her ewende ezanim
ew bałaye
wextê leser dundî qendîl
bû be taray sûrmeçnî
kejawekey şořşî nwê û
şekayewe
wextê ew kirdî be ziryan
wextê ew mirdinî toqan
be jinî pyawanî naw kerec
be jinî pyawanî hełatû
nizim nizim
bistebała
serî kesyan
xoy ne’eda
le qeraẍî cizmekey şa!
* * *
ewey «şemał»y wekû min
qet nedîwe
ba beyanîyan ewîş legeł
tîşka hestê
le gerdinî ew kêwane
le bejnî teřî daristan
le çawî çem û qełbeze
wird bêtewe
diłnya bê
wekû bała
wekû nîga
wekû biřwa
wa bizanê ew ebînê û
ewî dîwe.