pyaw

bo cigergoşey şehîde qaremanekan, bo mindałanî kurdistan dyarî û yadgare
From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 10 minutes  791 views
mamostayek be naw polda
ehat, eçû
barîkele û ẍemgîn wekû
cwanûyekî le řew winbû.
ehat, eçû
mekoy jan bû.
demuçawî:
le «mang»y taze gîrxiwardûy
naw temêkî estûr eçû
her hat û çû
mekoyekî bê’aram bû
her hat û çû
be serincî wêłya dyar bû
xeyałî ew
wek gewałehewrî dem «ba»
bo şwênêkî dûr fiřîbû.
her hat û çû
le çolekey
hêlane lê şêwaw, eçû.
lepřêkda
îstêkî kird
destî bo ber baxełî bird
çawîlkekey kirde çawî
ta çirkeyek tas birdyewe
ledwayîda
hêdî
hêdî
em şî’rey bo pol xwêndewe:
minałîne!
pêş çend sałêk
pyawêk hebû
temaşa ken:
ta kwê destim hełbiřîwe
wa kełeget!
nawşanî pan, mil berz û keł.
leş piłingî
řewt gurcugoł
masûlkey řan
wek berd pitew
masûlkey qoł.
řengî çawî
meylew sewzî birîqedar
her wek gomî ber hetawî,
řûn ta bin dyar.
bizey teřî wekû bałî
pepûleyek awingawî
hergîz wenewşey simêłe
barîkekey cêne’ehêşt.
carcar tûře
wek řeşeba.
nawbenawîş wekû şine
zor leserxo.
hendê carîş gałtekanî
perde diřî dem be qaqa
qisekanî xoş û şîrîn
her wek gezo.
* * *
minałîne!
êwe kestan her nebûbûn
ke ew pyawe
kuřî şax û kuřî befir û
pêşmerge bû
êwe kestan her nebûbûn
ke ew pyawe
piłingêkî kurdistanî,
naw lêrewar û bêşe bû
bazî bał sûrî beçnigî
ser sefînLocation û
ser hełgurdLocation û
segirmeLocation bû.
minałîne!
çem û řûbar xoşyan ewîst
şewan direng
be haje eyankirde xew.
şemał hêwaş be lepî dest,
areqey nawçawî esřî.
dirextekan:
be popşimînî sêberyan
ke pał ekewt
bałay berzyan da’epoşî.
nimey baran û mindałan
xoşyan ewîst
gułbaranî qijyan ekird.
hejarekan xoşyan ewîst
ew xemî ekirdine koł û
emanîş gişt dest lemlan
maçyan ekird.
* * *
minałîne!
êwe bûbûn, ke řojêkyan
nîweřo bû
kurdistanman tarîk dahat.
nehengê hat
çyay qût da
berdî kiroşt
řûbarekanî hełlûşî
minałîne!
kost bû, kost bû kostî nehat!
minałîne!
çîman lê hat
çîman lê hat!
* * *
minałîne!
ba bêynewe ser ew pyawey
lew demeda
diłî lîmoyekî zerd bû
lîmoş xakî kurdistan bû
kurdistanîş sîs û guşraw
* * *
minałîne!
kê bê, kê bê?!
swarî espeşêkey xoy bê.
le awzengî têteqênê
kê bwêrê
diř be tarîkî û be tirsî
ejdehakî taze bidat?!
kê bê biřwat,
biçê řawî neheng bikat
aw bo şar û gundî tînûy
ême berdat?
kê bê biřwat?!
* * *
minałîne!
ew swarane swar bûnewe
espekanyan nefroştibû
diłyan nedabû be kirê
kilîlî derbend û şaxyan
becênehêşt bo hîç dizê.
ew swarane swar bûnewe
şewî dirêj neyxewandin
tarîkeřê neygilandin.
* * *
swar bûnewe
wa berewjûr
ciłewyan sûřan û, řûyan
kirdewe hewarî xałî.
ewa ḧîle û çepokanî
espî yał bij
şirîxey nałî giřhawêj
be dem hore û qetarewe
ser ekewn.
yekem care xoyan eken,
be derbenda
yekem care neheng le xewî xoşî dway,
heres eken!
le tarîkîy çawnebînda
lew demeda
ser û milî ew swarane
komełê momî kafûrî dagîrsaw bûn
her ke tirûske day le kej
dirext zerdexene girtî.
her ke tirûske day le aw
şepol gułî da le qijî.
her ke tirûske day le mał
xemî hejaran pêkenî.
* * *
minałîne!
ew řojane
ew pyawane
ew serdeme
ew çend kese
wek dareřay
jûrî sepanêkî ladê
wek ew wananey eyxiwênin
etjimardin
yek û dwan û syan û çwar û
wek pencekanî mam řostem,
baxewanî qutabxane
le dû desta dû penceş kem!
minałîne!
bełam ew çend pence û diłe
ew serdeme
dił û pencey
milyonan bûn
ew çawane
çawî hemû
parçeyekî kurdistan bûn.
* * *
minałîne!
řoj hat û çû
berebere çawî nustû
xoyan le des xew řapsikan
momî zyatir
leser dund û
naw eşkewt û
taşeberdekan dagîrsan
minałîne!
ew řojgare, tał bû, tał bû
her êcgar tał
kunegurg û
kunewirç û
kilorî dar
ekiran be jûr, ekiran be mał.
* * *
minałîne!
ewaney tepley asnyan
le serdaye
ewaney bergî kuştinyan
leberdaye.
destyan exsite ser demî
zine û kanî
zine û kanîş wekû mindał
wekû êwey çawgeş çawgeş
ledway yek dû şiłpe û nûze
lejêr destyanda etirsan
lejêr destyanda exnikan
eçûne ser:
pîredarî bapîrey dê
pîredarî qedkomawey
ser liq lerzok,
řidên dirêj
şapłîteyan exsite naw
henawêwe
heta ebû be xołemêş.
şew direngan
eçûne ser:
małî şî’ir û małî çîrok
małî «bêkes», małî «bile»
małî her xameyek bergî
«simko» û «şêx»yan bipoşyaye
her qełemê feqyaneke û
camanekey «mameyare»y bibestaye
be peyjeda
bo ser serban ser’ekewtin
eçûne xwar
lenaw cêda eyangirtin
ledwawe destyan ebestin
be peřo çawyan ebestin
îtir ebran
le pêçêkda
le dołêkda
le gomêkda
dwayî serewngun ekiran.
* * *
minałîne!
ew řojane
ew pyawane
ew serdeme
ew çend kese
řûtełe bûn wekû şaxî «mameřûte»
weku «qani’».
sikyan wek camî fafonî têkqupaw bû
tînûşyan bû
wek «heřute»
be sê û çwarêk û, yek tifeng
be sê û çwarêk û, lêfeyek
be sê û çwarêk û, xepleyek
bełam be hemûşyan yek deng!
minałîne!
ew řojane
ew pyawane
agiryan bo agirdanî
sardewebûy kêwan ewîst
agir nebû.
tifeng daway gulley ekird
gulle nebû.
qořey sik daway letê nan,
zyadî ekird
let kwa hebû!
minałîne
hîçyan nebû
hîçyan nebû
tenha her xoşewîstî û baweř û
çawî geşî êweyan bû!
minałîne!
ba bêynewe ser ew pyawey
bedway çawî kurdistanda
be şwên pişko û gulle û nanda
her řoşt û řoşt
mamzî sirk,
şûr û,
beran
mandû bûn, ew
mandû nebû
demê ebû
be «řeşeba»
demêkî dî
be birûske.
înca etdî pelewere
bote qułing
bote şaho
carêkî tir etbînyewe
şwanî gund û řanemeře.
girdî diřkudałî biřî
şaxî qel û dałî biřî
xêłgey keř û lałî biřî
heta dwacar
kuřî şwankar
wek qułingî bał birîndar
geyşte naw tûnî babay
nawçey hekar.
* * *
minałîne!
ew serdeme
dostê witî:
her bigene małî ême
agirdanman piř pişkoye
pişko berin
koşî jûr û
gîrfanî taq û heywanman
piř gulleye
gulle berin
nanman hetakû lay binmîç hełçinîwe
her nan berin.
minałîne!
efsus, efsus
dostî salûs
ke çûyne ber agirdanî
xołemêşman kird be serî
dirokanya
bełên bû bû:
be circêkî
bodiř û pîs
egeřa be şwên kunêkda
xoy ḧeşarda.
* * *
minałîne!
hîç le êwe naşarmewe
bo bełêne bêqaçekey
xanexwêy dost
ledwayîda
çekekanman
xamekanman
hemû lêwî xoyan kiroşt.
* * *
minałîne!
wa qułingî bał xwênawî
bał le befrî nwabarîw, exşênê
le kêłgey sehołbendanda
xwên eřwênê.
estêrey sûr
kemê efřêt û ekewê.
mangî zamdar
tozê hełdê û
ledwayîşda
řengizerd, řengizerd
le nwênî hewra exewê.
* * *
zamekanî estêrey sûr
tînûyane
çaw bo kanîyek egêřn
kuřekanî xakî zamdar
birsîyane
bo biniçkê,
gijugyayek, çaw egêřn
minałîne!
le hekara
le hekarî tarumara
gułegenmekanî şořş
le birsanda zoryan mirdin.
cogekanman le tînwana
zoryan mirdin
minałîne!
ewa hatin
nizîk û dûr be lûrelûr
gurgekanî hekar hatin
lew dîw, lem dîw
be řew hatin
be ełqeyek dewrî mangî
zamdaryan girt.
ewa îsta mang gîrawe
ewa îsta estêrey sûr
dem bestiraw û
dest bestirawe,
leser piştî gurgêkî řeş
birînî şetekdirawe.
* * *
minałîne!
kuştyan!
kuştyan!
wextê kuştyan
se’at heştî beyanî bû
temumj erxewanî bû
wextê kuştyan:
xunçeyek taze epşikût.
pasarîyek taze taze
xerîkî bałefřê bû.
masîyekî bin gom, taze
geray exist.
karjołeyek taze ebzût.
mindałî çend şehîdêkman
daredare
taze taze
pêyan egirt.
wextê kuştyan
se’at heştî beyanî bû
temumj erxewanî bû
her heman sat
le kerkûkda
yekem car bû kîjołeyek
le polî yek
pencey xirpinî hełbiřê
yekem car bû
fêr bê nawî,
«’elî» bawke pêşmergekey
leser textey řeş binûsê!
minałîne wextê kuştyan
se’at heştî beyanî bû
temumj erxewanî bû
ke ewyan kuşt
her heman sat
«mergeweř»êk zîndû bowe û
destî gułkujanî, guşî.
«melay xetê»yek hatewe û
be pêy petî û serî qotî
serkewtewe ser minare!
minałîne
ke ewyan kuşt
«muşîrêkî» tir hatewe û
dergay derbendî bo pyawkuj
xiste ser pişt
ke ewyan kuşt
se’at heştî beyanî bû
temumj erxewanî bû
ew wextey kewt:
çawî sewzî
gełayekî sewz maçî kird.
qijî řeşî
wenewşeyek xoy tê ałan.
kanî xwênî
řegê demî xoy pêwe na û,
hełîmjî.
minałîne
le hekara
le hekarî tarumara
heta îsteş lew dołeda
ewyan tya kuşt
lûtkeyekî ser be hewr
ke se’at heştî beyanî,
ew řoje «’elî» bînîbû
heta îsteş
berdewam her enałênê.
berdewam her janekanî
le lankey berdînî diłya
řa’ejenê.
ew dirextaney ke se’at,
heştî beyanî ew řoje
«’elî ’eskerîPerson» yan dîbû
heta îsteş çawyan teře
heta îsteş gełay biskyan,
ałozkawe.
be şaney «ba»
kakołyan danehênawe.
minałîne!
lew řojewe hemû se’at,
heştî beyanîyek taqe kukuxtyek
leser dirextêkî nizîk
heł’enîşê
goranîyekî zor ẍemgîn
ẍemgîntir le:
«xałey řêbwar»
ẍemgîntir le:
«hore û qetar»
bo ew ełê û
înca be bał, be peřey bał
çawî esřê û
ledwayîda
bo dûr efřê!
minałîne
her be tenha diłdarekan çawyan lêye:
lew řojewe hemû se’at
heştî beyanîyek «memPerson»êk
zor kutupiř
lew şwêneda peyda ebê
bo «zînPerson» çepkê
le gułałey sûrî çawřeş
eçnêt û îtir le çawan win ebê?!
* * *
cûtyarêkim em zewîye:
wek berî destim enasim.
asman: wekû demuçawim.
řuwek: wek simêł û řîşim.
ezanim key
zewîy ezê!
ezanim key
hewr emrê
key estêre,
be bûk ebrê!
baran key mindałî ebê!
gêjełûke:
kam kiławî gird efřênê!
daristan key,
qaçekanî ecûłênê!
minałîne!
boye ełêm:
hewrî xwênî «’elîPerson» û «xalîdPerson»
çawî estêre sûrekan
be řîz hemû
diłî «mang»e kujrawekan
wekû «’ezo»
be řîz hemû
dengî xermananî birsî
dengî kanyawî tînû
be řîz hemû
le hekarda
le hekarî tarumarda
ke çexmaxeyan dayewe
ke girmandyan
ke dayankird
ke dařjan
înca pełey tewawî da
werzî sûrî em careman.